Hemdan El-Ebid hişyarî da: Berdewama qutkirina ava Firatê dê karesatan bi xwe re bîne

Hemdan El-Ebid diyar kir ku gelên herêmên dibin qurbaniyên berjewendiyên siyasî û leşkerî yên di navbera Amerîka, Rûsya û Tirkiyê de. El-Ebid têkildarî berdewama qutkirina ava Firatê hişyarî da.

Hemdan El-Ebid hişyarî da: Berdewama qutkirina ava Firatê dê karesatan bi xwe re bîne
8 îlon, 2021   01:45
REQA –EHMED EL-ELÎ

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid behsa planên Tirkiyê yên di Sûriyê de kir û got: "Planên dewleta Tirk ji destpêka aloziya Sûriyê ve xuya bûn ku destek da komên terorîst û sînorê xwe li pêşiya bi hezaran çeteyên biyanî vekir û wan derbasî Sûriyê kirin ku herêmê wêran kirin."

El-Ebid diyar kir ku Tirkiyê naxwaze aloziya Sûriyê were çareserkirin da ku planên xwe bidomîne û her projeyeke demokratîk têk bibe. Hemdan El-Ebid êrişên domdar ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê û hewldanên dagirkirina herêmên din mînkên vê yekê nîşan da.

El-Ebid da zanîn ku Tirkiyê ji lihevhatinên berjewendiyan ên di navbera wê û Rûsya de ji aliyê ve û di navbera wê û Amerîka de ji aliyekî din ve sûdê girt û got, Amerîka hewl dide nehêle Tirkiyê ber bi aliyê rûsî ve biçe, ji ber ku endama yekemîn di NATO'yê de ye, di heman demê de Tirkiyê hewl dide Rûsya li Idlibê razî bike da ku destûr bide wê destwerdanê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

Di berdewama axaftina xwe de El-Ebid bal kişand ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelên herêmê û wiha axivî: "Mînakên van sûc û binpêkirnan, revandina welatiyên sûrî û darizandina wan li dadagehên Tirkiyê, qutkirina para Sûriyê ya ava çemê Firatê û qutkirina ava stasyona Elok li ser şêniyên Hesekê ne. Ev sûc tam li dijî qanûn û urfên navneteweyî ne."

Hemdan El-Ebid helwesta hikumeta Şamê rexne kir ku derbarê qutkirina para Sûriyê ji ava Firatê û sûcên wê yên li dijî gelê Sûriyê de tu daxuyanî nedaye.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid di dawiya axaftina xwe de hişyarî da "Heger qutkirina ava çemê Firatê berdewam bike û civata navneteweyî tu gavên cidî li hemberî hovîtiya Tirkiyê navêje dê karesatên aborî û jîngehî bi xwe re bîne."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HqsXPxMyD6g" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>