Koçberên Efrînê: Civata navneteweyî şirîkê sûcên dewleta Tirk e

Koçberên Efrînê bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li Kurdistanê şermezar kirin û gotin, dê berxwedana gelê Kurd li dijî faşîzma dewleta Tirk bidome.

Koçberên Efrînê: Civata navneteweyî şirîkê sûcên dewleta Tirk e
6 îlon, 2021   07:10
ŞEHBA- ALAN REŞÎD

Dewleta Tirk sûcên xwe li dijî sivîlan berdewam dike, bi taybet kesên ku ji ber hovîtiya artêş û çeteyên wê reviyane û li kamp û herêmên ewle bicih bûne, çi li Şehba û navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrînê, çi jî li Minbic, Eyn Îsa û Til Temrê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bin.

Dewleta Tirk a dagirker 3'yê Îlonê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bombebaran kir, di encamê de ziyanên madî çêbûn. Êvara 4'yê Îlonê jî bi balafiran herêma Berwarî Bala ya Dihokê bombebaran kir û hate gotin ku gaza kîmyawî hatiye bikaranîn. Lê li hemberî êrişên dagirkirî yên bi armanca dagirkirin û zindîkirina Mîsaqa Millî civata navneteweyî bêdeng e.

Emîne Osman a ji ber êrişên dagirkeriyê yên li ser Efrînê koçber bajarokê Babins ê Şehbayê bûye got: "Vîna me azad e û li hemberî her kesên ku hewl didin bişînin dibe bend."

Fexrî Silêman ê ji Efrînê û koçberî navçeya Fafîn a Şehbayê bûye diyar kir ku berxwedana gelê Kurd li çar parçayên Kurdistanê hê jî wekî striyekê di qirika dewleta Tirk de ye û bendavek pêşiya pêknîna armancên wê ye, ji ber vê yekê sûc û komkujiyan li dijî sivîlan pêk tîne.

Koçbera bi navê Kîfah Koto ku li kampa Barxwdan Şehba dimîne got, civata navneteweyî bi bêdengiya xwe şirîkê sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelên cîhanê bi giştî û gelê Kurd bi taybet e.

Koçberên Efrînê bang li civata navneteweyî kirin ku berpirsyariyên xwe yên li hemberî gelên herêmê bi cih bîne û sûcên dewleta Tirk bi dawî bikin.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XLL7ecQkcTo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>