Rojnameyên erebî: Dera ket bin şertên Rûsyayê

Rojnameyên erebî yên îro têkildarî rewşa parêzgeha Dera ya Sûriyê, lêpirsînkirina hikumeta Lîbya û peymana nukleerî ya Îranê nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Dera ket bin şertên Rûsyayê
6 îlon, 2021   06:59
NAVENDA NÛÇEYAN

LIHEVKIRINA DERAYÊ: ÇARESERIYÊN GIŞTÎ Û RADESTKIRINA ÇEKÊN SIVIK

Rojnameya Şerq El-Ewsat di hejmara xwe ya îro de behsa geşedanên dawîn li Dera El-Beled ya dorpêçkirî kir û wiha nivîsî: “Çavkaniyên ji muxalefeta Sûriyê li Dera ya başûrê welêt ragihandin ku komîteya danûstandinan a herêmî, Rûsya û komîteya ewlehiyê ya girêdayî rejîmê duh êvarê der barê bajarê Derayê de li hev kirine.

Çavkaniyekî xwedî agahî ji malpera Nebei re diyar kir ku li gorî lihevkirina nû, dê çareseriyên giştî bên kirin û çekên sivik bên radestkirin, nuqteyên leşkerî bên avakirin û bi garantiya Rûsyayê dê lêgerîn li taxên sivîlan bê kirin, her wiha dê sewqiyetên leşkerî ji derdorê bajêr bên vekişandin.

Çavkaniyên din jî ji SOHR`ê re ragihandin ku komîteya danûstandinan a Derayê aliyê rûsî agahdar kiriye ku wan daxwazên berê yên Rûsyayê qebûl kirine. Daxwaz ew bûn ku sewqiyetên leşkerî ji derdorê bajêr werin vekişandin, çek bên radestkirin, rewşa kesên tên xwestin bê çareserkirin, yên wê yekê red dikin jî bên koçberkirin, bendên kontrolê bên avakirin û hêzên hikumetê li taxên Dera El-Beled operasyonên lêgerînê pêk bînin.

Çavkaniyan daxuyand ku amadekarî tên kirin ku di çend saetên pêş de bi sedan kesên ku çareseriya nû red dikin, bo bakurê Sûriyê bên koçberkirin. Tê zanîn ku basên hatine amadekirin hîna li parêzgeha Derayê ne.”

SIBÊ TÊKILDARÎ YEKKIRINA SAZIYÊN DELWETÊ, DÊ HIKUMETA LÎBYA RASTÎ LÊPIRSÎNÊ BÊ

Rojnameya El-Beyan jî têkildarî dosyaya lêpirsînkirina hikumeta Lîbyayê û rûniştina lêpirsînê kir ku tê payîn sibe sêşemê bê lidarxistin û di wê derbarê de wiha nivîsî: “Meclisa Parlamantoyê ya Lîbyayê ragihand ku derbarê gelek dosyayan de û di serî de dosyayên kehrebe, pandemiya Korona, dosyayên diravî, yekkirina saziyên dewletê û pereyên giştî yên dewletê de, sibe dê hikumet rastî lêpirsînê bê.

Meclisê di muzakereya lêpirsînê de got, hikumet di dosyaya kehrebê de bi bin ketiye, kehrebe saetên dirêjî qut dibe, hemwextî wê ji ber sozên derew û peymanên bi guman gelek rexne ji bo hikumetê hatine kirin.

Komîteya berevaniyê û ewlehiya neteweyî ya meclisê têkildarî hilwesta hikumetê ji hebûna çeteyên sûrî li Terablusê û tedbîrên der barê dosyaya derxistina çete û hêzên biyanî ji Lîbyayê girtine, gelek pirs ji serokê hikumetê Ebdulhemîd El-Debîbe pirsî.”

HIŞYARIYÊN JI VEGERANDINA PEYMANA NUKLEERÎ BI ÎRANÊ RE

Rojnameya El-Ereb jî têkildarî peymana nukleerî ya Îranê de wiha nivîsî: “Yên ji siyaseta derve ya serokê Amerîkayê Jeo Biden bê hêvî bûne, hişyariya dubarekirina şaştiya vekişîna ji Efganistanê û vegerandina peymana nukleerî bi Îranê re didin, ku bi wê yekê dê Îranê ji Talîbanê zêdetir pozbilind bibe.”

 (cx)