Koçberên Efrînê: Bi lêkirina avahiyên mêtîngeriyê dixwazin dîroka me tune bikin

Koçberên Efrînê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û alîgirên wê bi lêkirina avahiyên mêtîngeriyê hewl didin dîroka kantonê ya bi hezarêm salan tune bike û gotin ew ê li hember siyasetên guhertina demografîk bisekinin.

Koçberên Efrînê: Bi lêkirina avahiyên mêtîngeriyê dixwazin dîroka me tune bikin
6 îlon, 2021   07:23
ŞEHBA-XANDÎ ELO

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi piştgiriya komeleyên kuwêtî û qeterê di mehên derbasbûyî de 19 avahiyên mêtîngeriyê li kantona Efrînê ya dagirkirî ava kirin. Bi hezaran yekîne li gundê Baflûn ê navçeya Şera, Şadîra yê navçeya Şêrawa, Qîbarê ku gundekî êzidî ye û girêdayî Efrînê ye, çiyayê Qaziqlî yê li derdora Kefir Sefra, gundên Mehemediyê, Celemê, Dêwa, Xirbet Elûş, Yalanqozê yên girêdayî navçeya Cindirêsê, gundê Avrazê yê navçeya Mabeta, navçeya Şiyê, gundên Xalta û Îska yên navçeya Şêrewa, gundê Meydan Ekbes ê navçeya Raco, gundê Tirindê yê girêdayî bajarê Efrînê avahiyên mêtîngeriyê ava kirine.

Koçberên Efrînê nerazîbûn nîşanî avahiyên mêtîngeriyê nîşan da û piştrast kir ku ev gav bi armanca têkbirina çand û dîroka Efrînê ya kevnar e.

ꞌPÊŞÎ ŞÊNIYÊN EFRÎNÊ BERPIRSÊN QEDEXEKIRINA GUHARTINA DEMOGRAFIYÊ NEꞌ

/ar/uploads/files/2021/09/05/190944_wlyd-mhmd.webp

Têkildarî mijarê koçberê bi navê Welîd Mihemed got: "Dewletên piştgiriya Tirkiyê û çeteyên wê dikin bi rêya avakirina avahiyên mêtîngeriyê li kantona Efrînê hewl dide me dûrî xaka me bixin û hêviya me ya vegerê qut bike, di heman demê de xêr û bêra erda me jî desteser bike."

Mihemed da zanîn ku pêşî şêniyên Efrînê berpirsên qedexekirina avakirina avahiyên mêtîngeriyê ne û wiha dewam kir: "Di serî de em berpirsên guhartina demografiya welatê me ye ku dewleta Tirk û alîgirên wê pêk tînin. Ji ber vê yekê ji me tê xwestin ku sûcên li dijî xaka me têne kirin qedexe û asteng bikin. Divê yên ku îdiaya parastina mafên mirovan dikin li me guhdar bikin û sûcên dewleta Tirk û alîgirên wê rawestînin."

'ARMANC JI AVAKIRINA AVAHOYÊN MÊTÎNGERIYL TÊKBIRINA NASNAMEYA KURDAN Eꞌ

/ar/uploads/files/2021/09/05/190926_hajr-slyman.webp

Koçbera bi navê Hacir Silêman anî ziman ku armanc ji avakirina avahiyên mêtîngeriyê têkbirina nasnameya kurdî ya kantonê ye û wiha axaftina xwe dewam kir: "Armanca dewleta Tirk û çeteyên wê ji avakirina avahiyên mêtîngeriyê li kantona Efrînê têkbirina hebûna Kurdan li kantonê ye. Li hemberî vê yekê dewlet û rêxistinên mafên mirovan bê deng in, lê belê bi deh hezaran şêniyên Efrînê li Şehbayê li ber xwe didin û hemû rêyên jiyanê qebûl dikin da ku vegerin ser erda xwe dikin."

Hacer nerazîbûn nîşanî avakirina avahiyên mêtîngeriyê da û wiha pê de çû: "Em wan kiryaran qebûl nakin û em ê rê nedinê jî, ji ber ku em xwediyê erd û heqiyê ne, ev erd û milkê me ye. Em bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî sûcên ku Tirkiyê pêk tîne şermezar dikin. Em ji cîhanê tevdî dipirsin; gelo bi kîjan heqî hûn dibêjin em demokrat in, ma ne hûn in ên ku piştgiriya Tirkiyê di sûcên ku pêk tîne de dikin?"

ꞌAVAKIRINA AVAHOYÊN MÊTÎNGERIYÊ HEDEFGIRTINA ÇANDÊN MEꞌ

/ar/uploads/files/2021/09/05/190911_ibrahym-knjw.webp

Koçberê bi navê Îbrahîm Kinco îşaret bi avakirina avahiyên mêtîngeriyê kir û got, ger destwerdan çênebe dê çanda kevnar bi xeteriya tunekirinê re rû bi rû ye û bi domdarî got: "Avakirina avahiyên mêtîngeriyê bi armanca têkbirina çanda me ya ku vedigere bi hezarên salan, di heman demê de têkbirin û înkarkirina esaleta herêmê ye û hewldana guhartina demgrafiyê ye. Li ser vê yekê ji ber ku çand nasnameya me ye; înkar û têkbirina wê tê wateya înkar, paşguhkirin û dûrxistina me ya ji rastiya me."

Di dawiyê de Kinco bang li şêniyên Efrînê kir ku li dijî van siyasetan têkoşîna xwe berdewam bikin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5RnEHZd2WcA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>