TEV-DEM: Êrişa PDK`ê ya li dijî gerîla derbaskirina xetên sor e

Tevgera Civaka Demokratîk êrişa dawîn a hêzên PDK`ê li dijî gerîlayên HPG`ê şermezar kir û got:“PDK`ê bi vê êrişê xetên sor derbas dike û doza kurdî dixe daîreya xeteriyê.”

TEV-DEM: Êrişa PDK`ê ya li dijî gerîla derbaskirina xetên sor e
5 îlon, 2021   12:33
NAVENDA NÛÇEYAN 

HPG`ê duh bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên PDK`ê li herêma Xelîfanê êrişî komeke ji 7 gerîlayan kiriye û şehîd xistine.

Têkildarî mijarê, îro Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyek da û êrişa li dijî hêzên gerîla şermezar kir.

Daxuyaniya TEV-DEM`ê wiha ye:

 “Ruxmî bangawazî û hişyariyên gelek hêzên nîştimanî û siyasî yên Kurdistanê û çalakiyên gel yên li dijî siyaset û tevgerên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Herêmên Medyayê ku hêzên gerîla lê bi cih dibin jî. Her wiha ruxmî hişyariyên hatine kirin ku derketina şer di navbera aliyên kurdî de xizmeta doza kurdî nake, berovajî wê bigirêktir dike û aloziyeke siyasî û civakî bi xwe re tîne. Lê PDK`ê bi îsrar e ku heman siyasetên xwe dewam bike.

Tenê dewleta Tirk a dagirker sûdê ji êrişa PDK`ê digire. Ev êrişa dikeve xizmeta dagirkeriya Tirk ku li hemberî hêzên gerîla hevsengiyên xwe yên siyasî û leşkerî winda kirine.

 Êrişa PDK`ê ya duh li herêma Xelîfanê ku êrişî 7 gerîlayên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê li ber xwe didan, kir û her 7 hevrêyên me yên şoreşger û zarokên çar parçeyên Kurdistanê şehîd xistin, hêviyên gelê me têk birin.

Bi vê êrişê PDK`ê xetên sor derbas kir û doza kurdî xist daîreya xeteriyê.

Em siyasetên PDK`ê yên neberpirsiyar li hemberî doza kurdî û gelê Kurd şemezar dikin û wekî sûc û gunehê der heqê berxwedana gerîla û gelê Kurdistanê de bi nav dikin.

Em bang li gelê xwe yê Kurdistanê û di serî de hêzên siyasî yên Kurdistanê û hemû rêxistinên civaka sivîl dikin ku bang li PDK`ê bike ku helwesta xwe ji êrişa li dijî gerîlayên HPG`ê zelal bike.”

(cx)

ANHA