Saziyên sivîl û siyasî yên Helebê tundiya li dijî jinan şermezar kir

Endamên saziyên sivîl û siyasî yên Helebê bi daxuyaniyekê tundiya li dijî jinan şermezar kirin. Di heman çarçoveyê de, broşûr li ser şêniyan belav kirin.

Saziyên sivîl û siyasî yên Helebê tundiya li dijî jinan şermezar kir
5 îlon, 2021   12:34
HELEB

Di daxuyaniya bi navê "Em hemû berpirs in"" de tundiya li dijî jinan hate şermezarkirin. Daxuyanî li pêşiya navenda meclisa giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji aliyê endamê rêveberiya saziya aborî Azad Hisên ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê deriyên nû li pêşiya gel û pêkhateyên herêmê vekirin da ku derbasî cîhana azadî û demokrasiyê bibe.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin, “tiştê herî balkêş di Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriye de ku mafê jinan daye, ev şoreş bi şoreşa jinê tê nasîn. Her wiha jin û mêran bi hev re şoreş ji hemû aliyên siyasî, leşkerî, diplomatîk û îdarî ve bi rêve bir û bi vê yekê çanda hevbeşiyê ya nû li herêmê dest pê kir.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku jinên Rojava û Bakur û Rojhilata Sûriye bendên ku lê hatiye ferzkirin şikand û di di gelek aliyan de xwe bi pêş xist û kesayeta xwe ya ku hatibû paşguhkirin îsbat kir.

Her wiha hate zanîn ku li hemberî xitimandinên tirsonek ên li dijî jinan û hebûna wan, fikrê rêber Abdullah Ocalan ên der barê rizgarkirina jinê weke ronahiya ku di tarîtiya de derket holê.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin: "Tevî ku jinê di salên şoreşê de gelek pêşketin bi dest xistin jî, lê belê şoreşa dijber bi awayekî yekser û ne yekser hewl dide li hemberî bi destxistina hemû mafên jinan bibe asteng. "

Piştî daxuyaniyê, ji bo ku tundiya li dijî jinan bidin were naskirin û rê li pêşiya wê were girtin, endaman derdora 600 broşorên têkildarî tundiya li dijî jinan li taxê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê belav kir.

 (dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7Mpdm_g4B3w" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>