Şaredariya Şedadê dest bi projeya ronîkirina kolanên sereke kir

Şaredariya Gel a navçeya Şedadê bi hevkariya bi Rêxistina Save The Children re dest bi projeya ronîkirina kolanên sereke yên bajêr kir, ew proje jî bi rêya enerjiya tavê ye, li gel wê jî lêkolîna li ser 4 projeyên dîtir bi dawî kir û dê di vê hefteyê de dest pê bike.

Şaredariya Şedadê dest bi projeya ronîkirina kolanên sereke kir
4 îlon, 2021   15:17
HESEKÊ

Werşeyên Şaredariya Gel a Şedadê bi hevkariya Rêxistna Save The Children re dest bi projeya ronîkirina kolanên sereke yên bajêr kir. Armanca vê projeyê ronîkirina tevahî kolanên sereke ye.

/ar/uploads/files/2021/09/04/144515_haske-cire-28129.webp

Têkildarî vê yekê, Cîgirê Hevserokatiya Şaredariya Gel a Şedadê Husam Tean ji ajansa me re wiha got: "Werşeyên şaredariya gel dest bi xebata amadekirina stûnên sereke li kolanan kir, da ku bi rêya enerjiya tavê dest bi ronîkirina wê bikin."

Tean wiha domand: "Ev proje bi hevkariya Şaredariya Gel a Şedadê û Rêxistina Save The Children re dest pê dike, da ku kolanên sereke bi rêya enerjiya tavê ronî bikin."

Tean da zanîn ku proje li van kolan e; kolana gitşî (sûka sereke), kolana Mizgeftê, şaredariyê, kolana Mesref, Mehleq a Başûr û Mehleq a Bakur.

Tean diyar kir ku hevkarî berdewam e da ku proje berfireh bibe û li tevahî kolanên şaxî bigire nava xwe.

Tean destnîşan kir ku şaredariyê bi Rêxistina Save The Children re hevkarî li ser 4 projeyên dîtir kir, ew jî; her du projeyên kanalîzasyonê li taxên başûr, projeya jinûve sererastkirina parkê û projeya belavkirina sendoqên çopê li kolan û taxên bajêr.

Tean anî ziman ku dê ev proje di hefteya bê de dest pê bikin.

Xetên ronîkirina sereke ya li kolanên bajêr ji zêdetirî 10 salan ji xizmetê derketine.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fzpyizAjK88" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>