Di 24 saetan de balafirên Rûsyayê 90 caran êrişî çolistana Sûriyê kir

Balafirên şer ên Rûsyayê di 24 saetan de 90 caran êrişî çolistana Sûriyê kir.

Di 24 saetan de balafirên Rûsyayê 90 caran êrişî çolistana Sûriyê kir
3 îlon, 2021   12:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) balafirên şer ên Rûsyayê 90 caran çolistana rojhilatê Humsê, sêgoşeya Hema-Heleb-Reqayê û çolistana Dêrazor û Reqayê bombebaran kirin.

SOHR`ê destnîşan kir ku balafirên şer ên Rûsyayê 35 êriş li dijî çolistana Asreya û herêmên di navbera Dêrazor û Reqayê de pêk anîn.

Bi vê yekê re hejmara êrişên balafirên şer ên Rûsyayê di 24 saetan de gihaşt 90 êrişî.

(şx)