'Rûsya û Amerîka dê li hev bicivin û rewşa Sûriyê gotubêj bikin'

Rojnameya El-Şerq El-Ewsat got wê di çend rojên bê de li ser asta nûnerên amerîkî û rûsî yên Sûriyê diyalog di navbera Rûsya û Amerîkayê de lidar keve.

'Rûsya û Amerîka dê li hev bicivin û rewşa Sûriyê gotubêj bikin'
3 îlon, 2021   12:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyê eşkere kir ku ji bo lidarxistina civîna di navbera berpirsê Rojhilata Navîn ê di Kongresa Amerîkayê Brett McGurk û nûnerê serokatiya Rûsyayê Alexander Lavrentiev de peywendî di navbera Washington û Moskovê berdewam in.

Her wiha rojnameyê diyar kir ku her du aliyan di çarçoveya lidarxistina gereke din a danûstandinan de, amadekariyên xwe dikin. Ev civîn dê bi tevlêbûna berpirsê Brett McGurk, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Fryshinin û nûnerê serokatiya Rûsya Alexander Lavrinev,  li dar keve.

Rojnameya ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, got wê encamên hevkariyê ya di aliyê mirovahî de, mijarên siyasî li gel geşedanên li Sûriyê û vekişîna Amerîkayê ji Efganistanê werin gotubêjkirin.

 (şx)