Gerîlayên YJA Star derbe li helîkopterek dewleta Tirk xist

Gerîlayên YJA Star li herêma Zapê derbe li helîkopterek artêşa dewleta Tirk a dagirker xist. Dagirkerên ku nikarin pêşve biçin, li qada Werxêlê careke din gazên jehrî bikar anîn.

Gerîlayên YJA Star derbe li helîkopterek dewleta Tirk xist
3 îlon, 2021   12:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê berxwedana gerîlayên azadiyê û êrişên dewleta Tirk a dagirker de daxuyaniya rojane belav kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

31’ê Tebaxê saet di 05.00 de li ser rêya Şemzînan-Geverê ya Colemêrgê, hêzên me li nuqteya kontrola rê xistin. Di vê çalakiyê de hejmara dagirkerên ku hatin cezakirin û yên birîndar bûn nehate zelalkirin.

2'yê Îlonê saet di 00.30’an de li herêma Zapê, hêzên me yên YJA Star li helîkoptereke êrişê xistin ku dixwest bombeyan li qada Tîpa T bibarîne. Helîkoptera ku derb xwar neçar ma ji herêmê biçe.

2'yê Îlonê saet di 19.00'an de li herêma Zapê li dijî dagirkerên li qada Cîloyê Biçûk, hêzên me bi çekên giran çalakî pêk anî. Bi rengekî serkeftî li hedefên hatin diyarkirin, hatiye xistin.

Li qada berxwedanê ya Werxelê ya herêma Avaşînê;

2yê Îlonê saet di navbera 01.30-02.30’an de artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyan û çekên giran bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barandin. Dagirkeran xwestin piştî bombardûmanê pêş ve biçin. Lê berxwedêrên Werxelê ji nêz ve li dagirkeran dan û dagirker neçar man vekişin.

3'yê Îlonê saet di navbera 06.50-09.00 de artêşa Tirk a dagirker careke din sûcê şer kir û bi gazên jehrî êrişî qada berxwedanê ya Werxelê kir.

Liv û tevgera droneyan û balafirên keşfê ya li ser qadên berxwedanê dewam dike.

2yê Îlonê saet di navbera 11.30-19.10’an li herêma Zapê qadên Çemço, Sîda û gundê Rençbiraxa ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hatin bombekirin. Şewata ku ji ber bombardûmanê derketiye, hîn jî dewam dike.

2'yê Îlonê saet di navbera 20.40-22.00’an de li herêma Metînayê helîkopter li ser qada Qaşûrayê geriyan. Heman saetê li bajaroka Kanî Masî ya navçeya Amediyê derdora gundên Dêşîşê, Êdînê, Kêste, Serarû û Hirorê û qadên Koordîne û Kela Qumriyê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

2'yê Îlonê saet di navbera 00.40-01.30’an de li herêma Avaşînê helîkopter li qadên Mervanos, Tabûra Ereban, Girê Spî, Girê Sor û Girê Silêman geriyan.

30’yê Îlonê saet di navbera 08.00-09.00 de li herêma Garê gundên Kafya, Şêranê û Rêdinê bi balafirên şer hatin bombekirin. Şewata ku ji ber bombardûmanê derketiye, dewam dike.”