Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê: Em tu carî teslîmî êrişan nabin

Hevserokê Meclisa Gel a Wargeha Mexmûrê Hacî Kaçan diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Mexmûrê berdewama konsepta îmhayê ya dijî gelê Kurd in û got “Em ê tu carî teslîmî van êrişan nebin û serî netewînin.”

Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê: Em tu carî teslîmî êrişan nabin
3 îlon, 2021   12:13
NAVENDA NÛÇEYAN - ZANA DENÎZ

SÎHA'yên (balafifên bêmirov ên biçek) dewleta Tirk a dagirker bombe li Kampa Penaberan a Mexmûrê barandin. Di êrişê de tu windahiyên canî çênebûn, lê jinek birîndar bû. Hate zanîn ku li derdora ku êriş lê pêk hatiye, zirar gihaştiye mal û milkê şêniyan.

Hevserokê Meclisa Gel a Wargeha Mexmûrê Hacî Kaçan li ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Mexmûrê diyar kir ku ev êriş dewama konsepta şerê taybet ê li dijî gelê Kurd e û got: "Dewleta Tirk a dagirker herî dawî li Rojava, Şengalê û dîsa çend roj berê li Pencewînê li dijî sivîlan êrişan pêk anîn. Îro jî maleke sivîlan li Mexmûrê kir hedef."

Hacî Kaçan da xuyakirin ku zêdebûna êrişên li dijî sivîlan berdewama konsepta şer e û wiha axivî: "Ev konsepta şer bi taybetî li dijî tevgera azadiyê ya Kurd û gelê wê tê pêşxistin. Em dizanin ku dewleta Tirk dê ji vê konseptê encamê negire. Di sala 2014’an de ji bo destketiyan ji holê rakin li dijî Rojava, Şengal û Mexmûrê êrişên çeteyên DAIŞ'ê dan destpêkirin. Lê belê gelê Rojava û Şengalê bi birêxistinbûna xwe destûr neda wan. Dîsa gelê Mexmûrê li hemberî êrişan stûyê xwe xwar nekir. Ev êriş, êrişên tolhildanê yên sala 2014'an in ku tiştên çeteyên DAIŞ'ê nekarî pêk bînin, bibin serî."

Hacî Kaçan wiha domand: "Bi van êrişan hewl didin destkeftiyên gelê Kurd tune bikin. Êrişên li dijî Başûr, Rojava, Şengal û herî dawî ya li dijî Mexmûrê, îro vê yekê nîşan didin.  Tevî ku ev êriş parçe parçe ne jî, divê bi vî rengî neyên dîtin. Armanc tunekirina tevahiya gelê Kurd e."

Kaçan ji gelê Kurd xwest ku li hemberî êrişan bersivê bide û got: "Divê gelê Kurd li hemberî van gefên êrişê hişyar be. Heke gelê me îro li hemberî van êrişan tev negere, sibe dibe ku dereng be. Wek gelê Mexmûrê em ê li dijî êrişan heta dawiyê li ber xwe bidin. Dewleta Tirk a faşîst dixwaze vîna gelê Kurd bişikîne û tepeser bike. Ev êriş dê tu carî me ji doza me ya rûmetê û têkoşîna me veneqetînin."

'DIVÊ GELÊ ME LI HER DERÊ LI DIJÎ ÊRIŞAN DENGÊ XWE DERXE'

Hacî Kaçan îşaret pê kir ku divê gelê Kurd ji bo ku balê bikişîne ser xetereya li ser Şengal û Mexmûrê, dakeve qadan û wiha dawî li axaftina xwe anî:  “Divê gelê me li dijî dijmin, dewleta Tirk a mêtinger rabe ser pêyan. Divê gelê me li her derê tev bigere û vê konsepta şer têk bibe. Ji bo gelê Kurd û dostên wan tekane çareserî ev e. Heke em vê nekin, destkeftiyên ku bi dehan salan e me bi dest xistine, dê bi tunebûnê re rû bi rû bimînin. Li hemberî vê yekê divê gelê Kurd li her derê têkoşînê geş bike û xeyalên dijminên me di dilê wan de bihêle.”