Artêşa Tirk û çeteyên wê gundên Şera, Şêrawa û Şehbayê daye ber topan

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeyên Şer, Şêrawa û kantona Şehbayê topbaran dikin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê gundên Şera, Şêrawa û Şehbayê daye ber topan
30 tebax, 2021   16:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Di van kêliyan de leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Bênê,  derdora gundê Ziyaretê , Saxanekê û hişa wê yên navçeya Şêrawa, Îrşadiyê,  Alqemiyê  û Tat Meraş yên navçeya Şera yên kantona Efrînê, her wiha gundên Kefer Naya, Dêr Cemal û derdora bajarokê Til Rifetê û balafirgeha Minx ên Şehbayê topbaran dikin.

Di heman demê de balafirên şer û keşfê yên dewleta Tirk li ser Şehbayê digerin.

ANHA