Rêxistina Kongreya Star a Helebê civîna xwe ya salane li dar xist

Bi diruşma "Bi rihê berxwedana şehîd Sosin em ê dagirkeriyê têk bibin û azadiya rêber Apo misoger bikin" Kongreya Star a Helebê civîna xwe ya salane li dar xist.

Rêxistina Kongreya Star a Helebê civîna xwe ya salane li dar xist
Rêxistina Kongreya Star a Helebê civîna xwe ya salane li dar xist
Rêxistina Kongreya Star a Helebê civîna xwe ya salane li dar xist
Rêxistina Kongreya Star a Helebê civîna xwe ya salane li dar xist
Rêxistina Kongreya Star a Helebê civîna xwe ya salane li dar xist
30 tebax, 2021   15:27
HELEB

Di civîna salane ya Kongreya Star de berdevka Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Remziye Mihemed, nûnerên nivîsgehên jin ên Şehba, Heleb, saziyên sivîl û partiyên siyasî yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê amade bûn. Civîn li hola Star Laghat a li herêma Şiqeyêf li dar ket.

/ar/uploads/files/2021/08/30/144129_rmzyh-mhmd.webp

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre berdevka Kongreya Star Rezmiye Mihemed li ser siyasetên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî ji guhartina demokratîk, qetilkirin û sûcên şer ên li dijî şêniyên herêmê axivî. Her wiha Remziye Mihemed li ser doza Kurd axivî û wiha got: "Doza Kurd bi rêya pêşketina rola tevgera Kurd di aliyên siyasî, leşkerî û dîplomasî de derbasî qonaxeke dîrokî bûye."

Remziye Mihemed wiha domand: "Êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Rojavayê Kurdistanê û di vê dawiyê de êrişên li dijî Til Temirê ku di encamê de têkoşer Sosin Bîrhat şehîd bû êrişên li dijî jinên Kurd bi taybet û jinên herêmê bi giştî ye. Ev êriş bi armanca derbekirina destkeftiyên şoreşa Rojava û Tevgera Rizgariya Kurdistanê ye."

Têkildarî siyasetên ku dewleta Tirk li dijî jinan dimeşîne Remziye Mihemed wiha got: "Berxwedana jinan ji bo tevahî cîhanê balkêş e. Ji lew re dewleta Tirk jinan hedef digire. Ji ber ku jinan ji şoreşê re pêşengtî kir û şoreş bi pêş xist. Ji bona wê jin tên hedefkirin da ku şoreş têk biçe û vîna jinan wer şikandin."

/ar/uploads/files/2021/08/30/144146_zkyh-aly.webp

Piştî axaftina berdevka Kongreya Star Remziye Mihemed, mamosteya zimanê kurdî Zekiye Elî nirxandinên rêber Ocalan ên der barê jinan de xwendin, mamoste Zîlan Şêxo rapora salane ya Kongreya Star xwend.

/ar/uploads/files/2021/08/30/144200_zylan-shykhw.webp

Piştre beşdaran rewşa rêxistinî nirxand û da zanîn ku divê jin werin perwerdekirin û dîroka xwe binasin.

Di dawiya civînê de plansaziya sala bê hate dayîn, ji wan:

- Ji bo şikandina tecrîda li girtîgeha Îmraliyê û garantiya parastina rêber Ocalan divê çalakî zêde bibin.

-Divê dewreyên perwerdê yên girtî û vekirî di akademiya Kongreya Star de werin vekirin û perwerdeyên li ser şerê taybet li dijî  gel werin dayîn û perwerdeyên vekirî ji gel re werin dayîn.

-Têkildarî zihniyeta baviksalarî divê dewreyên perwerdeyê ji bo mêran werin vekirin.

-Divê werşeyên xebatê li taxê bi pêş kevin û xebat di çarçoveya Kongreya Star de be.

-Serdana şêniyan were zêdekirin.

-Divê xwendina pirtûk û parêznameyên rêber Ocalan berdewam bibe.

-Dewreyên fêrbûna dirûtinê û destekariyan werin vekirin.

-Dewreyên fêrbûna li ser çekê werin vekirin.

-Li taxa rojava a Şêxmeqsûdê dayîngehek ji zarokan re were vekirin.

-Civînek berfireh ji dayikên gerîla re were lidarxistin û werin birêxistinkirin.

-Perwerdeya bi zimanê kurdî li komîn û saziyan berdewam be.

(fr)

ANHA