Li Nînowayê 4 DAIŞ’î hatin girtin

Şaneya Ragihandina Ewlehiya Iraqê ragihand ku li Nînowayê çar çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin ji wana yek jin e.

Li Nînowayê 4 DAIŞ’î hatin girtin
30 tebax, 2021   15:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî saetên nîvro Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê li ser hesabê xwe yê medya dijîtal ragihand, di encama çalakiyên wan ên îstixbaratî de çar çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin.

Hat gotin di nava kesên hatine girtin de jinek jî heye. Hat diyarkirin ew jin li bajarokê Şure yê dikeve başûrê Musilê hatiye girtin.

Her wiha her sê çeteyên din jî li devera Naemaniye ya bajarokê Nemrudê hatine girtin.