Li Siwerê ji ber qezaya trafîkê jinekê jiyana xwe ji dest da

Ji ber tozê, li ser rêya Siwerê ya gundewarê bakur rojhilatê Dêrazorê qezayeke trafîkê çêbû û di encamê de jinekê jiyana xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn.

Li Siwerê ji ber qezaya trafîkê jinekê jiyana xwe ji dest da
30 tebax, 2021   10:35
DÊRAZOR

Erebeya ji cureya Van li ser rêya Siwerê ya gundewarê bakur rojhilatê Dêrazorê ji rê derket û di encamê de jina bi navê Emîna El-Egîd jiyana xwe ji dest da. Her wiha Sûad Deqmaq, Cemîle Deqmaq, Rewan Icêl Muslim, Rad Icêl Muslim, Ugla Egîd û kesek din jî birîndar bûn.

Birîndar ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneyên Hesekê.

(bx)

ANHA