Balafirên şer ên Rûsyayê baregehên çeteyan li çolistanê bombebaran kir

Balafirên şer ên Rûsyayê baregehên çeteyên DAIŞ`ê li çolistana El-Suxne ya gundewarên Humisê bombebaran kir.

Balafirên şer ên Rûsyayê baregehên çeteyan li çolistanê bombebaran kir
30 tebax, 2021   11:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku ji saetên sibê ve 6 balafirên şer ên Rûsyayê baregehên ku çeteyên DAIŞ`ê li çolistana El-Suxne ya bakur rojavayê Humsê xwe di wan de bi cih dikin, bombebaran dike.

Her wiha di encama şerê komek ji hêzên hikûmeta Şamê bi çeteyên DAIŞ`ê re li çolistana başûrê Dêrazorê de leşkerekî hêzên hikumetê, hate kuştin.

(bx)