Di mehekê de…Sûcên dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî

Rojane dewleta Tirk û çeteyên wê sûcan li dijî şêniyên kantona Efrînê ya dagirkirî pêk tînin. SOHR`ê sûcên ku di meha Tîrmeha borî de pêk hatine bi raporekê belge kir.

Di mehekê de…Sûcên dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî
30 tebax, 2021   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji destpêka ku dewleta Tirk û çeteyên wê di 2018`an de kantona Efrînê dagir kiriye, sûc li kantona dagirkirî roj bi roj zêdetir dibe. Rojane binpêkirin, hedefgirtin û teqîn rû didin. 

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li Efrînê di meha Tîrmehê de 4 kes hatine kuştin (3 sivîl û çeteyek). Her wiha di 19`ê Tîrmehê de tenê teqînek rû daye.

Di meha borî de di navbera çeteyên dewleta Tirk de 2 şer rû da. Şerê yekemîn di 4`ê Tîrmehê de li gundê Derwîş Meydankê yê girêdayî Efrînê di navbera çeteyên artêşa El-Nuxbe û Siqûr El-Şemal de derketiye û di encamê de 6 kes ji her du aliyan, hatine kuştin.

Şerê duyemîn jî di 18`ê Tîrmehê de di encama nakokiyên navbera çeteyên dewleta Tirk de li navçeya Raco ya Efrînê derket. Di şer de çekên sivik û navîn hatin bikaranîn.

Her wiha rojane çeteyên dewleta Tirk a dagirker sûcan li dijî şêniyên herêmê ku koçber nebûn û xwestin li herêmê xwe bimînin, pêk tînin. Sûc li dijî koçberên li herêmê jî têne kirin. SOHR`ê diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk zêdetirî 19 sivîl revandine di nav de keçeke biçûk heye. Sivîlên hatine revandin jî ji bajarê Efrînê, navçeya Bilbilê, Raco, Şiyê, Mabata, Şera û Cindirêsê yên girêdayî Efrînê ne. Ji wan 7 kes ku malbatên wan pere dane çeteyan, serbest hatin berdan û çarenûsa yên din heta niha ne diyar e.

SOHR`ê destnîşan kir ku çeteyekî Feyleq El-Şam ê bi navê "Ebû Xelîl" di 13`ê Tîrmehê de li welatiyeke temen mezin (74) xistiye ku ji gundê Kewanda yê girêdayî navçeya Raco ya Efrînê ye.

12`ê Tîrmehê çeteyên El-Hemza qaşo"Baçên parastinê" yên di navbera 200 heta 500 lîreyê tirk li şêniyên gundê Kokanê yê girêdayî navçeya Mabatayê ya gundewarê Efrînê ya bakurê Helebê ferz kirin.

Di nîvê meha Tîrmehê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di çarçoveya guhertina demografiyê de cenazeyên 57 sivîl û leşkerên ku di êrişên dewletaTirk a dagirker de yên di 2018`an de yên li ser Efrînê rakirin û birin cihekî ne diyar.

 (bx)