Rêveberiya Xweser: Nûnerê me bê sedemên qanûnî hatiye revandin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştrast kir ku revandina nûnerê wê yê li Hewlêrê bê sedemên qanûnî, têkiliyan bi Başûrê Kurdistanê re aloz dike.

Rêveberiya Xweser: Nûnerê me bê sedemên qanûnî hatiye revandin
30 tebax, 2021   09:32
QAMIŞLO

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro têkildarî berdewamkirina revandina nûnerê wê yê li Hewlêrê Cîhad Hesen daxuyanî da.

Ji 82 rojan ve Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Hewlêrê Cîhad Hesen revandiye.

Berdevkê Daîreya Têkiliyên Derve Kemal Akif daxuyanî ku li pêşiya avahiya daîreyê ya li Qamişloyê hatiye dayîn xwend. Rêveberiyê piştrast kir ku rewşa Cîhad Hesen di girtîgehên PDK`ê de nebaş e û got: “Bê sedemeke qanûnî PDK`ê hîna nûnerê me girtiye. Derfet nade malbat û parêzerê wî ku hevdîtinê pê re bikin û hîna nehatiye darizandin.”

Kemal Akif wiha domand: “Ev girtin li dijî nirxên dîplomatîk, siyasî, mafên mirovî û welatparêziyê ye. Hemû qanûnên girêdayî dîplomatiyê binpê dike. Divê aliyên fermî ku ev kes girêdayî wê ye, der barê sedemên girtinê de werin agahdarkirin.”

Kemal Akif destnîşan kir ku PDK û hikumeta Başûrê Kurdistanê berpirsên jiyana Cîhad Hesen in û ev girtina bê sedemên qanûnî têkiliyên di navbera Başûrê Kurdistanê û Rêveberiya Xweser de aloz, ji ber ku Rêveberiya Xweser dixwaze ev têkilî baş bin. Di heman demê de Kemal Akif bang kir ku nûnerê wê tavilê were berdan.  

Kemal Akif bang li rêxistinên hiqûqî kir ku bilez mudaxele bikin û çarenûsa nûnerê wê yê li Başûr nas bike û derfetê bide ku malbat û parêzer serdana wî bikin û wiha dewam kir:"Divê sedemên girtinê û cihê wî jî diyar bikin û fişarê li aliyên têkildar ên Başûrê Kurdistanê bikin ku di zûtirîn dem de wî serbest berdin."

PDK`ê nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Hewlêrê Cîhad Hesen tevî 2 endamên Komîteya Têkiliyan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PDK) di 10`ê Hezîranê de dema diçûn balafirgeha Hewlêrê, revandin. Di 29`ê Tîrmehê de PDK`ê her du endamên PYD`ê piştî 50 rojî serbest berdan, lê çarenûsa Cîhad Hesen heta niha nayê zanîn.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XdcvjEypJO4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>