Hêzên hikumeta Şamê taxên Dera El-Beled bi 20 moşekan topbaran kir

Hemwextî hewldanên Firqeya 4`an a pêşveçûyîna ber bi Dera El-Beled, hêzên hikumeta Şamê bi 20 moşekan Dera El-Beled topbaran kir.

Hêzên hikumeta Şamê taxên Dera El-Beled bi 20 moşekan topbaran kir
30 tebax, 2021   09:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) hêzên hikumeta Şamê duh piştî nîvê şevê taxên Dera El-Beled ên dorpêçkirî topbaran kirin.

Hemwextî topbaranê, Firqeya 4`an hewl da ber bi taxên Dera El-Beled ve pêşve biçe.

Li ailyekî din çekdarên herêmî bend û nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li bajarê Senmîn ê gundewarê bakurê Derayê kirin hedef.

Her wiha çekdarên herêmî êrişî bendeke Firqeya 4`an a li derdora bajarokê Sehim El-Colan ê gundewarê rojavayê Derayê kir. Lê tu agahî der barê ziyanan de nehatin bidestxistin.

(şx)