Leşkerên dewleta Tirk ciwanek qetil kir

Dema ciwanê bi navê Salar Osman hewl dide derbasî Bakurê Kurdistanê bibe, ji aliyê cendermeyên dewleta Tirk a dagirker ve tê îşkencekirin. Di encama îşkenceyê de, Osman jiyana xwe ji dest da.

Leşkerên dewleta Tirk ciwanek qetil kir
30 tebax, 2021   08:46
QAMIŞLO

Ciwanê bi navê Salar Osman di 28`ê Tebaxê de hewl da derbasî Bakurê Kurdistan bibe, lê ji aliyê cendermeyên dewleta Tirk ve tê girtin û cenderme îşkence lê dikin.

Piştre Salar Osman ji nexweşaneyeke Qamişloyê re tê rakirin.

Li gorî çavkaniyekî, ji ber îşkenceyê Salar Osman îro vê sibê di nexweşxaneyek li Qamişlo de, jiyana xwe ji dest da.

(şx)

ANHA