Macron: Penaber ji ber êrişên dewleta Tirk nikarin vegerin Şengalê

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ji Mûsilê got: “Penaberên Êzidî ji ber êrişên dewleta Tirk nikarin vegerin Şengalê.”

Macron: Penaber ji ber êrişên dewleta Tirk nikarin vegerin Şengalê
29 tebax, 2021   11:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron duh bi şev piştî serdana xwe ya Bexdayê, berê xwe da Hewlêrê. Macron ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Cîgirê Serokwezîrê Herêmê Qubad Talebanî û wezîrên din ve hat pêşwazîkirin.

Di saet 11:00’an de jî Emmanuel Macron ji Hewlêrê berê xwe da Musilê. Macron li Musilê serdana Dêra Sae û çend cihek din ên dîrokî û olî kir. Macron piştre li gel kesayetên olî û siyasî yên bajêr civiya.

Macron ragihand ku Iraqiyan destpêkê parastina xaka we kirin û piştre civaka navnetewî jî bi erka xwe rabûn.

Macron balkêşand ser rewşa Şengalê û got:“Ji ber êrişên DAIŞ’ê bi hezaran Êzidî mal û xaka xwe hiştine û penaber bûne. Niha nikarin vegerin Şengalê, ji ber ku Tirkiye êrişî wan herêman dike û gelek astengiyên hene.”