Li Efrîna dagirkirî çete li ser dabeşkirina milkên sivîlan bi hev ketin

Vê sibehê çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navenda navçeya Bilbilê ya girêdayî Efrîna dagirkirî li ser dabeşkirina milkên şêniyên resen ên Efrînê yên hatine dixzîn, bi hev ketin û ji wan kuştî û birîndar çêbûn.

Li Efrîna dagirkirî çete li ser dabeşkirina milkên sivîlan bi hev ketin
29 tebax, 2021   11:28
ŞEHBA

Çavkaniyekî ji navçeya Bilbilê ragihand ku çeteyên “Polîsên Leşkerî” û çeteyên Furqeya Sultan Murad li ser dabeşkirina milkên şêniyên resen ên navçeyê yên hatine dizîn, li hev nekirin û bi hev ketin.

Çavkanî destnîşan kir ku çeteyan di şer de çekên sivik û navîn bi kar anîne û ji wan kuştî û birîndar çêbûne.

Çavkanî her wiha ragihand ku heta kêliya amadekirina vê nûçeyê jî, şer dewam dikir.

(cx)

ANHA