Li Helebê bawernameyên amadehî li xwendkarên serkeftî hatin belavkirin

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê bawernameyên qonaxa amadehî (bekeloriya) li xwendekarên serkeftî, belav kirin.

Li Helebê bawernameyên amadehî li xwendkarên serkeftî hatin belavkirin
29 tebax, 2021   11:16
HELEB

Komîteyê bi şahiyekê, 27 bawernamiyên beşên wêjeyî û zanistî yên qonaxa amadehî li xwendekarên serkeftî belav kirin.

Şahî li dibistana Şehîd Qehreman hate lidarxistin. Malbatên xwendekaran û mamosteyên dibistanê beşdarî şahiyê bûn.

Di şahiyê de, bi navê rêveberiya dibistana Şehîd Qehreman, Şêrîn Ehmed got ziman nasname û çanda gelan e û wiha domand: "Divê her kes parastina zimanê xwe bike. Zimanê kurdî girîng e û divê xebat ji bo pêşxistin û belavbûna wê di nava civakê de were kirin."

Paşê 27 bawername, jê 7 yên beşa zanist û 20 yên beşa wêjeyî li xwendekaran hatin belavkirin.

Her wiha xwendekara bi navê Lîlav Çawîş ku asta yekemîn girt hate xelatkirin.

 (bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bv8Fkm_PSvA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>