El-Sîsî bo Tirkiyê: Destwerdanên xwe û piştgiriya terorê rawestîne

Serokê Misirê di civîna Bexdayê de destwerdanên derve yê  di  kar  û barên Iraqê de û êrişên nerewa yê li  dijî xaka wê red kir. Her wiha banga rêzgirtina ji serweriya Iraq û xwestekên gelê wî re kir.

El-Sîsî bo Tirkiyê: Destwerdanên xwe û piştgiriya terorê rawestîne
28 tebax, 2021   16:46
NAVEND NÛÇEYAN

Li paytexta Iraq Bexdayê, civîna  welatên cîranên Iraqê bi amadebûna nûnerên Erebistana Siûdî, Kuwêt, Tirkiye, Urdun, Amerîka û Fransa, dewam dike.

Serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî got: "Misir hemû destwerdanên derve yê  di  kar  û barên Iraqê de û êrişên nerewa yê li  dijî xaka wê red dike. Her wiha bang li hêzên cuda dike ku  rêzê ji serweriya vî welatê kevnar û xwestekên  gelê wî re bigirin."

El-Sîsî ev li gotina xwe zêde kir: "Em îro li hev dicivin da ku piştgiriyê nû bikin û pabendî rêgezên sabit ê têkiliyên  navneteweyî bin ku tu nakokî li ser tune ne. Divê rêz ji cîrantiyê re were kirin, êriş li ser neyên kirin, rêz ji serdestiya dewletan re were kirin û destwerdan li kar û barên wê yên hundirîn neyên kirin. Her wiha divê  hêza leşkerî yan jî madî neyên bikaranîn, deveberên ewle an jî piştgiriya ji komên terorîst û tundaw neyên peydakirin û veguhestina wan dewletekê ber bi dewleteke din ve were rawestandin."

Axaftina El-Sîsî eşkere bû ku peyama ji dewleta Tirk re bû ku êrişî xaka Iraqê dike û destwerdana kar û barên dewletan dike û komên terorîst û  çeteyan vediguhêze.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron got: "Beriya her tiştî iraqiyan li dijî terorê şer kir, em ji bo hevkariya di hilbijartinên bê de ku dê ji bo Iraqê qonaxeke nû be, li vir in."

Macron her wiha got: "Ev civîn girîng e û wekî têkoşîna li dijî terorê û misogerkirina aramiyê ye."

Macron da zanîn ku divê Iraqê bi koordîneya dewletên herêmê re rola xwe ya parastina aştî û ewlehiya herêmê bi temamî pêk bîne û nakokiyên di xebatên li dijî terorê de çareser bike. Her wiha got: "Her kesên ku şerê terorê dike birayê me ye, em teqez dikin ku Fransa dê piştgiriya xwe ji bo Iraqê û têkoşîna hevpar a li dijî terorê, pêşxitina qadên aborî û binsaziyê berdewam bike. Di aliyê finansekirin û iqnakirina civata navneteweyî de da ku ew jî beşdarî vê yekê bibe em amade ne bixebitin. Ji bo Fransa cihê serferaziyê ye ku beşdarî vê kongreyê bûye."

Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan jî got, diyalog rêbazê qiralîteyê ye ku bi vî awayekî nêzî nakokiyên navneteweyî û herêmî dibe. Feysel Bin Ferhan dubre piştgiriya Erebistana Siûdî ya ji hikumeta Kazimî re piştrast kir ku aramiya Iraqê misoger bike.

Tê payîn ku di civînên dosyên ewlehî, siyasî û aborî werin gotûbêjkirin.

(eh)