​​​​​​​Dagirker gundên Til Temirê topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên başûrê rojavayê navçeya Til Temirê topbaran dikin.

​​​​​​​Dagirker gundên Til Temirê topbaran dikin
28 tebax, 2021   15:39
HESEKÊ

Leşkerên arêtşa Tirk a dagirker gundên Gozeliyê û Um El-Xêr ên dikevin başûrê rojavayê navçeya Til Temirê bi obus û hawnan topbaran dikin.

Her du gund li beramberî rêya M4 in.

Têkildarî ziyanan heya niha agahî nehatin bidestxistin.

ANHA