​​​​​​​Jinên Rojava bi bin banê Kongreya Star a Ewropa de xwe rêxistin dikin

Jinên Kurd ên li Almanyayê di bin banê Kongreya Star a Ewropa xwe birêxistin kirin.

​​​​​​​Jinên Rojava bi bin banê Kongreya Star a Ewropa de xwe rêxistin dikin
28 tebax, 2021   15:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Jinên Kurd ên li bajarê Dortmûndê yê Almanyayê bi diruşma ‘Şoreşa Jinê Mîsogerîya Jiyana Azad e’ di Kongreya 1’emîn a Kongreya Star Ewropa de civiyan.

Jinên ji Rojava yên ku li Ewropayê dijîn, xwerêxistinkirina xwe didomînin. Jinên Kurd heta niha bi navê Komîteya Jinan a Rojava xwe rêxistin dikirin û bi vê kongreyê re biryar da ku li ser navê ‘Kongreya Star a Ewropayê’ rêxistinkirina xwe bidomînin.

Piştî hilbijartina dîwanê siyasetmedar Zozan Dêrik û Dilşah Osman di destpêka kongreyê de axivîn.

Gelek pêkhateyên jinan tev li kongreyê bûn. Di kongreyê de Endama Koordînasyona Kongreya Star Asya Ebdullah û li ser navê TJK-E Ewropayê jî Zeynep Dêrsim axivîn.

Asya Ebdullah di kongreyê de bal kişand ser konsepta îmhakirina li ser Rojava û got “Ev şer li her çar parçeyên Kurdistanê didome. Bi vê konsepta şer re, paradîgmaya Rêber Apo dibe hedef. Dewleta Tirk êrişî Rojava dike û gelê me qetil dike. Li hemberî konsepta înkar û îmhayê em jinên Kurd jî divê xwe biparêzin.”

Zeyneb Dêrsim jî bal kişand ser Efrînê û got “Efrîn ji me dixwaze ku em wê azad bikin. Heke em li vir rêxistinkirineke xurt ava bikin, em ê him Efrînê û him jî her çar parçeyê Kurdistanê azad bikin. Heta ku Rojava û Kurdistan azad bibe, em ê nesekinin. Ax û welat nirxên herî pîroz ên mirovan e.”