‛Dewleta Tirk bendên peymanên Cinêv 4 bin pê dike, divê were darizandin’

Endamê Yekitiya Parêzeran a Herêma Firatê Ismet Îbrahîm da zanîn ku divê dewleta Tirk di Dadgeha Cezayan a Navneteweyî de were muhasebekirin, ji ber wê gelek sûcên qirkirinê pêk tîne û bendên peymanên Cinêv 4 bin pê dike.

‛Dewleta Tirk bendên peymanên Cinêv 4 bin pê dike, divê were darizandin’
26 tebax, 2021   23:38
KOBANÊ-MEYSA EKARÎ

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne .  Di encama êrişên wê yên meha Tebaxê yên li ser navçeyên Zirgan, Til Temir, Eyn Îsa, rêya Elî Fero ya Qamişlo û Minbicê de 11 kes şehîd bûne û zêdetirî 20 sivîl birîndar bûn.

Li hember van sûc û kiryaran bêdengiyeke navneteweyî heye. Çavdêr diyar dikin ku ev bêdengî erêkirina pêkanîna sûcan nîşan dide.

SÛCÊN QIRKIRINA KOMÎ

Têkildarî vê yekê, endamê Yekitiya Parêzeran a Herêma Firatê Ismet Îbrahîm bi bîr xist ku di şerên cîhanê yên yekemîn û duyemîn de karesat çêbûn, ji ber wê gelek peymanên navneteweyî hatin îmzekirin û gelek qanûnên têkildarî şer û aştiyê de çêbûn.

Ismet Îbrahîm îşaret bi madeya 6’an a pergala bingehîn a Dadgeha Cezayan a Navneteweyî kir û ev yek diyar kir:  "Di vê madeyê de heke kesekî yek an jî gelek kes bi sedema ol an etnîk an jî neteweya wî qetil kirin navê wê komkujî ye. Armanca kujeran têkbirina pêkhate bi awayekî giştî yan jî parçeyî ye. Dewleta Tirk jî niha vê yekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne.

Ismet Îbrahîm wiha gotina xwe berdewam kir: "Dewleta Tirk bi hemû rê û rêbazan hewl dide gelê Kurd û neteweya Kurd tune bike û nasnameya wê biçewisîne. Dewleta Tirk destpêkê bi rêya piştgiriya komên tundraw û terorîst şer kir û piştre yekser destwerdan li xaka Sûriyê kir û gelek herêmên bakurê Sûriyê dagir kirin û sûc û komkujiyan li dijî gelê herêmê û pêkhateya Kurd bi taybet pêk tîne."

Îbrahîm da zanîn ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî rojane sûcên qetilkirin, îşkencekirin, revandin, tecawîzkirin û koçberiya bi darê zorê pêk tîne û diyar kir ku li gorî Dadgeha Cezayan a Navneteweyî ev hemû dikevin xana sûcên şer û divê sûcdarên werin darizandin.

DADGEHA CEZAYAN A NAVNETEWEYÎ

Dadgeha Cezayan a Navneteweyî desteya dozgeriya navneteweyî ya cîhanê ye, ji bo darizandina sûcdarên şeran û kesên li dijî mirovahî sûcan dikin û mirovan qir dikin hat avakirin. Heta salvegera 10’an a damezrandina dadgehê ya 1’ê Tîrmeha 2012’yan hejmra dewletên li ser qanûna avakirina dadgehê îmze kirine gihaşt 121 dewletan. Dadgeh bi awayekî qanûnî di 1’ê Tîrmeha 2002’yan de kete pratîkê û beriya wê tu sûcên ku pêk hatine nakevin xana wê ya hesabxwestinê.

Dadgehê girêdayî qirkirina komî, sûcên li dijî mirovahî, sûcên şer û hwd e. Qirkirina Komî yan jî komkujî ew e ku êrişên li dijî komeke netewe yan etnîk an jî mezheb an jî ol e ku bi awayekî giştî yan jî parçeyî pêk tên.

Li gorî pergala Roma, qetilkirin, qirkirin, tecawîzkirin, koletiya cinsî, dûrxistin an jî veguhastina sivîlan bi darê zorê, sûcên nijadperestî û hwd sûcên dermirovî ne û divê sûcdar li ser wan werin muhasebekirin.

BINPÊKIRINÊN PEYMANÊN CINÊVÊ BÊ NAVBER BERDEWAM IN

Têkildarî êrişên dawî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Ismet Îbrahîm ev tişt got: "Dewleta Tirk di şerên xwe yên li dijî gelê herêmê de ket merheleyeke nû, ew jî êrişên bi rêya balafirên bêpîlot û hedefkirina sivîlan in. Ji ber van êrişan gelek sivîl şehîd û birîndar bûn. Ev yek jî komkujî ne û bi armanca qirkirina gelê herêmê ye. Lew re divê dewleta Tirk ji hêla Dadgeha Cezayan a Navneteweyî ve were muhasebekirin."

Îbrahîm destnîşan kir di hin peymanên Cinêvê 4 de qanûnên parastina sivîlan di dema şeran de hene, lê dewleta Tirk vê jî bin pê dike ku dikevin xana sûcên dermirovî.

Peymana Cinvê komek ji 4 peymanên navneteweyî ne, ya yek di 1864’an de bû ya dawiyê jî di 1949’an de bû. Di wan peymanan de qanûnên parastina sivîlan di rewşa şer de qanûnên bingehîn in.  Li gorî van qanûnan, divê birîndar, nexweş û dîlgirtiyên şer werin parastin, sivîl di qada şer na jî herêma dagirkirî de werin parastin.

Peymanên Cinêvê di 21’ê Cotmeha 1950’î de kete pratîkê û heta niha 194 dewletan li ser îmze kirine. Bi wê re peymanên Cinêvê ji peymanên herî pêwîst e ku divê di cîhanê de bikeve pratîkê.

Têkildarî hesabxwestina ji sûcdarên şer, parêzer Ismet Îbrahîm wiha dawî li gotina anî: "Desthilata dewleta Tirk sûcên şer li dijî gelê herêmê pêk tîne. Ji ber ew fermanan didin ku sûc û kiryar pêk werin û ew berpirs e. Divê civata navneteweyî li pêş Dadgeha Cezayan a Navneteweyî hesab jê bixwaze."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rtrRxORJLCE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>