Kevokbazî… behreyeke belavkirina aştiyê

Tevî kêmbûna kevokbazan li herêmê, Mihemed El-Mixlif bi temenê xwe yê 54 salî ji ber hezkirina wî ji kevokan re, ji xwedîkirina kevokan qut nebûye.  

Kevokbazî… behreyeke belavkirina aştiyê
27 tebax, 2021   05:15
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Kevokbaz beriya ku aloziya Sûriyê dest pê bike li herêmê bi xwedîkirina kevokên cur bi cur mijûl dibûn, lê piştî têkçûna ewlehiyê li bajar û navçeyên Sûriyê hejmara kevokbazan kêm bûye.

Berê di her taxeke Qamişloyê de malên kevok xwedî dikirin, hebûn.

Yek ji kevokbazên kevn ku li taxa El-Teyî ya bajarê Qamişloyê dimîne, heta niha jî xwedîkirina kevokan didomîne. Mihemed El-Mixlif ku bi temenê xwe yê 54 salî ji sala 1977`an ve kevokan xwedî dike. El-Mixlif dibêje xwedîkirina kevokan ji arzûyê tê û li aliyekî din hin kes hene ji bo bazirganiyê wan xwedî dikin.

Kevokên kedîkirî nikarin bi tena serê xwe bijîn. Ji ber ku pêwîstiya wan bi xwedîkirinê heye, her wiha di her werzê de divê cihek li gorî rewşa hewayê ji wan re bê dabînkirin.

SEMBOLA AŞTIYÊ YE

El-Mixlif da xuyakirin ku ew sûda bêhnvedanê ji kevokên xwe digire û wiha got: “Heke mirovek bêhna wî teng bibe, bi dîtin yan rûniştineke li cem kevokan, bêhna wî fireh dibe. Ji ber ku kevok sembola aştiyê ne. Ên ku kevokan xwedî dikin jî di kesayeta wan de aramiyek çêdibe.”

Kevok di hin efsaneyên berê de bi xwedawenda hezkirin, ziman û axaftinê hatiye naskirin.

El-Mixlif destnîşan kir ku dema ew civatê bi hevalên xwe re li cem kevokan vedikin, hemû pirsgirêkên xwe ji bîr dikin û wiha dewam kir: “Kêfxweşiya vê yekê jî li cem her mirovekî cudatir e.”

El-Mixlif da zanîn ku di vê heyamê de herî zêde bazirganî bi kevokan tê kirin, berovajî demên berê ku piranî ji behreyê dihat û got: “Berê min kevokên Xelab xwedî dikirin ên ji bo xemilandinê bûn. Kevokbazên ku berê em ji bo wan diçûn Amûdê, Dirbêsiyê û li taxên din ên Qamişloyê, nemane.”

Niha di koxikên li ser xaniyê mala Mihemed El-Mixlif de cureyên Mecarî, Homer û yên firînê bi navê Keş hene. Destpêkê li cem El-Mixlif zêdetirî 300 kevok hebûn, lê niha hejmar daketiye 100 kevokî, ji ber pirbûna nexweşiyan mirar dibin.

El-Mixlif diyar kir ku cureya bi navê Keş tê naskirin, hin ên firînê ne û ew wan bi seatên ku hewa hênik be, difirînin û wiha dom kir: “Di germê de em kevokan nafirînin, ji ber ku dê nexweş bikevin.”

El-Mixlif got: “Tevî ku em li gorî werzên salê ji bo kevokan cihan çêdikin jî, nexweş dikevin. Ji germê çavên wan zirarê dibînin, her wiha nexweşiya bêderman a bi navê ‘day’ bi wan re çêdibe.”

El-Mixlif li ser kêmbûna xwedîkirina kevokan li herêmê, got: “Ji ber rewşa şer li herêmê xwedîkirin kêm bûye, ji ber ku heke toparan dest pê kir û em ji neçarî derketin derveyî taxa xwe û dema kevok herî zêde 2 rojan bê xwarin man, mirar dibin.”

Her wiha El-Mixlif got: “Roja ku ez wan nabînim an li cem wan çend seatan rûniştî nemînin bêhna min teng dibe, ez hîs dikim ku tiştek ji min kêm e.”

Li ser xwarina ku El-Mixlif dide kevokên xwe got: “Ez birinc, ard, nîsk û nanê hûrkirî didim wan, ev salek e em êm naynin ji ber ku biha ye û ne paqij e.”

Girêdayî mijara buhayên kevokên El-Mixlif got: “Buhayê coteke kevokan li cem min digihêje 100, 200 û 300 hezar lîreyên Sûriyê.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/cvCM4E8AOCo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>