Leşkerên Îranê êriş bire ser kolberan: Kolberek birîndar bû

Li herêma Hewreman a li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê leşkerên Îranê komek kolber gulebaran kirin. Di êrişê de kolberek birîndar bû.

Leşkerên Îranê êriş bire ser kolberan: Kolberek birîndar bû
26 tebax, 2021   14:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Kolbernews, roja 24’ê Tebaxê li bilindahiyên Tete ya devera Hewreman a ser sînorê bi parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, hêzên rejima Îranê êrişê komek kolber kirine.

Li gorî nûçeyê, di encama êrişê de kolberek bi navê Maerûf Edwayî yê ji gundê Silên yê Merîwanê bi giranî birîndar bûye û ji bo Nexweşxaneya Merîwanê hatiye veguhestin.