Li Dêrazorê du DAIŞ'î hatin girtin

Di operasyoneke Yekîneyên Antî Teror a QSD'ê ya li gundewarê Dêrazorê de du çeteyên DAIŞ'ê hatin girtin

Li Dêrazorê du DAIŞ'î hatin girtin
24 tebax, 2021   15:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku li gundewarê Dêrazorê  di çalakiya YAT'ê de 2 çeteyên DAIŞ'ê hatin girtin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye: "Yekîneyên Antî Teror yên Hêzên Sûriya Demokratîk bi desteka hawayî ya Koalîsyona Navneteweyî berbanga roja Sêşemê operasyoneke ewlehiyê li bajarokê Zîban ê rojhilatê Dêrazorê li dar xist. Di encama operasyonê de 2 endamên şaneyên rêxistina DAIŞ'ê ya terorîst hatin girtin.

Her du endamên terorîst berpirsên operasyonên sûqastkirin û êrişên li ser nuqteyên leşkerî û ewlehiyê, her wiha berprisên propagendaya rêxistina DAIŞ'ê û hêsankirina tevgera endamên terorîst bûn.

Di operasyonê de alav û belgeyên li gel terorîstan hatin desteserkirin."

ANHA