Pêşîmamê civaka Êzidî Hiznî Hesen Omer wefat kir

Welatparêzê Kurd pêşîmamê civaka Êzidî Hiznî Hesen Omer ku demeke dirêj ji ber nexweşiya kanserê dihate dermankirin wefat kir.

Pêşîmamê civaka Êzidî Hiznî Hesen Omer wefat kir
24 tebax, 2021   15:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji oldarên civaka Êzidî Pêşîmam Hiznî Hesen Omer ku demeke dirêj ji ber nexweşiya kanserê li bajarê Hannoverê yê Almanyayê dihate dermankirin, çû ser dilovaniya xwedê.

Pêşîmam Hiznî yê ji gundê Til Xatûnkê yê navçeya Tirbespiyê yê, ji ber zext û zora rejîma Baas di sala 1979'an de koçî Almanyayê kiribû.

Weke dilsozekî civaka xwe û gelê Kurd, heta kêliya dawî ya jiyana xwe dilsozê tevgera azadiyê ya Kurd bû.

Bi taybetî ji bo parastina bawerî, çand û zimanê civaka Êzidî ya li Ewropa, rêxistinbûn û çalakbûna wê, di nava saziyên Êzidî û Kurdistanî de kar kir.

Pêşîmam Hiznî ku demekê Hevserokatiya Federasyona Komeleyên Êzidiyan kir, heman demê, li ser navê civaka Êzidî, endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bû.

Hate ragihandin, ku cenazeyê Pêşîmam Hiznî wê ber bi Tirbespiyê bê şandin û li Goristana Diyarê Felekê ya gundê Otilceyê bê veşartin.

Tê payin ku li Tirbespiyê û Almanyayê ji bo sersaxiyê taziye bê danîn.