Talîbanê eyaleta Pencşêr dorpêç kiriye

Tevgera Talîban îro ragihand ku hêzên wê eyaleta Pencşêr dorpêçe kiriye. Berdevkê Talîbanê jî li ser mayîna hêzên Amerîkayê li Efganistanê hişyarî da.

Talîbanê eyaleta Pencşêr dorpêç kiriye
23 tebax, 2021   09:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Talîban îro ragihand ku wê eyaleta Pencşêr dorpêç kiriye û li bendê ye ku bi awayekî aştiyane derbasî wir bibe.

Talîban li ser hesabê xwe yê twitterê bang li rayedarên herêmî kir ku herêmê radestî wê bikin û ew dixwaze bê şer aloziyê çareser bike.

Pencşêr yekane eyelet e ku ne di bin kontrola Talîban de ye, fermandarê leşkerî Ehmed Mesûd kurê Ehmed Şah Mesûd bang li Talîban kir ku beriya bikeve Pencşêr dest bi dan û standinan bikin.

Ji aliyekî din ve jî, yek ji berdevkên Talîbanê Suhêl Şahîn got 31`ê Tebaxê "Xeta sor" a vekişîna hêzên Amerîkayê ji Efganistanê ye û diyar kir ku dirêjkirina vê demê tê wateya berdewamkirina dagirkeriyê.

 (dm)