Partiya Sûriya Pêşerojê: Divê hikumeta Şamê dorpêça li ser Şehba û Derayê rake

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê a Şehba-Efrînê bi daxuyaniyekê bang li hikumeta Şamê kir ku dorpêçê li ser kantona Şehba û parêzgeha Derayê rake û ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê biryara NY`yî ya hejmar 2254 esas bigire.

Partiya Sûriya Pêşerojê: Divê hikumeta Şamê dorpêça li ser Şehba û Derayê rake
23 tebax, 2021   09:34
ŞEHBA

Bi dehan endamên Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê a Şehba-Efrîn û partiyên din ên siyasî li navenda Partiya Sûriya Pêşojê ya li navçeya Fafîn a kanotna Şehbayê kom bûn.

Cîgira serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Meryem Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate desntîşankirin ku rewşa aloz li Sûriyê ji ber destwerdanên navneteweyî ye û hat gotin: “Ji ber timayên welatên herêmî û navneteweyî li Sûriyê û nelihevhatina berjewendiyên wan, rewşa li Sûriyê aloztir dibe.”

Her wiha bal hate kişandina li ser bûyerên li başûrê Sûriyê û hate diyarkriin ku ji Dera heta Siwêda, Hums, çolistana Sûriyê û piraniya bajarên din alozî heye.

Têkildarî bûyerên li Derayê jî wiha hate gotin: “Xuya ye ku çareseriya ewlehî û leşkerî ne çareseriya guncaw a aloziya Sûriyê ye. Çareserî bi diyaloga nîştimanî ya giştî gengaze, ne bi rêya topbaranê û dorpêçê ku hikumeta Şamê li ser Dera û kantona Şehbayê ferz dike.”

Daxuyaniyê  wiha dewam kir, “Ji beriya zêdetirî du mehan ve hikumeta Sûriyê herêm dorpêç kiriye û nahêle ku madeyên sereke wekî derman, xwarin, sotemenî û hwd derbas bibin. Herêma Şehbayê rojane ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve rastî topbaran û êrişan tê. Armanc jê ew e ku tirs bikeve nava şêniyan da ku careke din koçber bibin û demografiya herêmê bê guhertin û herêm tev li xaka Tirkiyê bê kirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Divê diyalog li gorî biryara navneteweyî ya 2254 bê kirin. Deama ku Esed behsa nenavendîbûnê dike, hêzên wî gund û bajarên li başûr û bakurê Sûriyê dorpêç dikin. Ev yek nîşan dide ku Esed di çareseriya aştiyane û diyaloga Sûriyê de ne dirust e. Her wiha nîşan dide ku biryar êdî ne li Şamê ye lê belê li Moskov û Tehranê ye. Em dibînin ku çareseriya Sûriyê tenê bi pêkanîna biryara 2254 û destûrekî nû û hikumeteke demkî ku hemû beş û çînên civaka Sûriyê bigire nava xwe, pêkane.”

(cx)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vJviD0hFGXM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>