Li Tebqayê ji ber qirêjibûna ava Firatê gelek jehrî dibin

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker ava Firatê kêm kir, ava çem qirêjî bû û bû sedem ku gelek kes jehrî bibin. Ev yek asta karesata mirovî ya ku dewleta Tirk bû sedema wê, nîşan dide.

Li Tebqayê ji ber qirêjibûna ava Firatê gelek jehrî dibin
20 tebax, 2021   07:53
TEBQA

Ji destpêka meha Kanûnê ve dewleta Tirk rêjeya ava Firatê ya para Sûriyê kêm kiriye û vê yekê bandoreke neyînî kir û gefan li jiyana bi milyonan kesan dixwe.

Ji ber ku rêjeya ava Firatê kêm bû û av naherike, qirêjî li peravên çem kom dibe û bû sedem ku kevz û kuvik li ser rûyê avê çêbe.

Ji destpêka salê ve, nexasim di demên dawî de li bajarê Tebqayê welatî zêde jehrî dibin.

Dr. Ebdullah Mebrûk ê li nexweşxaneya wetenî ya Tebqayê dixebite, da zanîn ku hejmara kesên jehrî bûne, zêde dibe.

Li gorî hejmara ku Mebrûk diyar kiriye, ji 30 heta 40 kesan di demên derbasbûyî de ji ber jehrîbûnê serdana nexweşxaneyê kiriye, lê niha rojane 50-60 kes têne nexweşxaneyê û ji ber qirêjiya avê zarok bêhtir jehrî dibin.

Dr. Ebdullah Mebrûk bang li dewleta Tirk kir ku dev ji siyaseta xwe ya dijminane ya li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berde. Her wiha bang li rêxistinên mirovî û civata navneteweyî jî kir ku zextê li Tirkiyê bike da ku avê berde erda Sûriyê.

Koordînatorê Bendava Firatê yê Tebqayê Rişdî Remezan jî 29`ê Tîrmeha derbasbûyî ji ajansa me re diyar kiribû ku miqdara ava Firatê ya ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê berdan, ji destpêka 2021`an ve di saniyê de kêmî 200 metrekabik e.

(eh)

ANHA