Endamên Kongreya Star: PDK’ê, DAIŞ û dewleta Tirk dijbertiya jinan dikin

Endamên Kongreya Star a Herêma Firatê bang li PDK’ê kir ku nûnerên RJAK’ê serbest berde. Her wiha da zanîn ku zihniyeta PDK’ê li hember jinan heman zihniyeta dewleta Tirk e.

Endamên Kongreya Star: PDK’ê, DAIŞ û dewleta Tirk dijbertiya jinan dikin
20 tebax, 2021   07:49
KOBANÊ

Di 5’ê Tebaxê dema her sê endamên Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) ji merasîma salavbera 7’an a qirkirina êzidiyan ji Şengalê vedigeriyan Hewlêrê, hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ew revandin.

Ji dema PDK’ê Xewle Mihemed Hisên, Ciwana Ebdulheqî û Seyrana Ehmed Hesen revandine ve û heta niha çarenûsa wan ne diyar e. Li gorî hin agahiyên vê dawiyê hatine belavkirin, tenduristiya endamekê ne baş.

Têkildarî wê, Koordînasyona Kongreya Star bi rêya daxuyaniyeke nivîskî ji PDK’ê xwestibû ku her sê siyasetmedaran bi lez berde.

Li aliyekî din jî Rêveberiya RJAK’ê bang li rêxistinên jinan ên li Başûrê Kurdistanê, rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan û saziyên têkildar kir ku endamên rêxistin serbest berdin.

Girêdayî mijarê, endama Kongreya Star a Herêma Firatê Bêrîvan Cuma wiha got: "PDK’ê di planên dagirkeriya Tirk ên li dijî kurdan de hevkar e. Lê belê divê ji kiryarên xwe vegere û xizmetî berjewendiyên dijmin neke."

Bêrîvan wiha domand: "Zihniyeta PDK’ê li dijî jinan heman zihniyeta çeteyên DAIŞ’ê û dagirkeriya Tirk e. Her wiha jina siyasetmedar her tim tê hedefgirtin û sedema wê jî eşkere ye ji ber daxwaza mafên xwe û mafên tevahî jinan dike, ev yek jî dijberî fikirê mêrdestiyê ye."

Bêrîvan ev pris kir, çima di salvegera fermana li dijî êzidiyên li Şengalê de PDK’ê 3 nûnerên RJAK’ê revandin, gelo çi sûc kiribûn?

Li ser vê yekê Bêrîvan da zanîn ku ev yek jî nîşane ye ku destê PDK’ê di qirkirina berê de jî heye û wiha pê de çû: "Divê PDK’ê yekser çarenûsa her sê jinan û çarenûsa gerîlayên li navçeya Xelîfan a Başûrê Kurdistanê ku ji 26’ê Tîrmeha borî ve revandiye, eşkere bike."

‛ŞOREŞA JINAN BI PLANÊN WAN RE LI HEV NAYÊ'

Li aliyekî din jî endama Kongreya Star a Herêma Firatê Dîrok Misko wiha got: "Jin îro şoreşê bi rê ve dibe, bi wê re hewl dide zîndana koletiyê ya ku jin û xewnên wê kelepçe kirine bişikîne. Lê ev yek jî bi planên wan re dijber e."

Dîrok Misko destnîşan kir ku PDK’ê şaştiyên dîrokî dike, divê yekser her sê revandiyan berde , li şûna li gel dijmin e, divê li gel Kurdan bisekine.

Dîrok Misko bang li jinan kir ku derkevin qadan û banga serbestberdana her sê jinên revandî bikin.

Di vê dawiyê de komek ji çalakger û rojnamegeran hemleya komkirina îmzeyan dest pê kir, di hemleyê de tê xwestin ku her sê jinên revandin werin berdan û tevahî beşdarî hemleyê bibin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/z9g-SowBrak" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>