Rojnameyên erebî: Petrola Îranê aloziya Lubnanê kûrtir dike

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Derayê, rewşa Lubnan û Tunisê kir.

Rojnameyên erebî: Petrola Îranê aloziya Lubnanê kûrtir dike
20 tebax, 2021   07:29
NAVENDA NÛÇEYAN

‘LI DERAYÊ LI DIJÎ REJÎMÊ XWEPÊŞANDAN Û ÊRIŞ PÊK TÊN’

Rojnameya Şerq El-Ewsat der barê rewşa Sûriyê de wiha nivîsî: “Bi dehan şêniyên bajarên Tefes, Casim, El-Mezêrîb û herêmên Hewd Yermûk yên rojavayê Derayê roja çarşemê xwepêşandanek li dar xist û xwest dorpêça li ser Dera El-Beled bê rakirin. Çavkaniyên xwecih ragihand ku li başûrê Sûriyê hêzên rejîma Sûriyê rastî êrişan tên.

Xwepêşandêran banga çareseriyên aştiyane û dûrxistina hegemonyaya Îranê ji herêmên başûrê Sûriyê kir, her wiha şerê li herêmê, koçberkirina bi darê zorê û nepêkanîna sozên Rûsyayê, şermezar kirin. Her wiha xwestin ku girtî bên berdan. Çalakvan ji bo rakirina dorpêçê li ser Dera El-Beled û derdora wê bang kiribû.

Roja çarşemê piştî civîna 3 rojan bi aliyê rûsî û komîteya ewlehiyê ya girêdayî rejîmê re, komîteya dan û standinan a Dera El-Beled ragihand ku ew hîna negihîştina lihevkirineke dawîn ji bo çareserkirina aloziyê. Komîteya rejîmê û aliyê rûsî bi israr in ku çekên li Dera El-Beled bên radestkirin.”

‘JI BER PETROLA ÎRANÊ DIBE KU ALOZIYÊN NÛ LI LUBNANÊ DERKEVIN’

Rojnameya El-Ereb jî behsa rewşa Lubnanê kir û di wê derbarê de wiha nivîsî: “Sekreterê giştî yê Hizbullahê Hesen Nesrallah piştrast kiribû ku dê petrola Îranê di demeke nêz de bigihêje Lubnanê. Çavkaniyên siyasî yên ji Lubnanê ew yek wek kûrkirina aloziya Lubnanê ji aliyekî ve û astengkirina avakirina hikumetê ji aliyê Necîb Mîqatî ji aliyekî din ve, hesiband.

Çavkanî dibêjin ku Hesen Nesrallah ev yek ji bo mayîndekirina serweriya partiya xwe ya girêdayî Îranê li Lubnanê, pêk aniye. Çavkanî li ser gotina Nesrallah a “Keştiyên Îranê petrolê tînin Lubnanê” rawestiyan û ew yek wek mayîndekirina rewşa ku Lubnan bûye parêzgeheke Îranê, hesiband.

Ji ber wê yekê, serokwezîrê berê û serokê şepêla Musteqbel Seed El-Herîrî bersiveke tund da û metirsiyên xwe ji ferzkirina cezayên dîtir û dorpêça li ser Lubnanê ya ji ber kiryarên Hizbullahê, anîn ziman.

El-Herîrî li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsî: “Gelo agahiyên vê sibehê li ser gihaştina keştiyên Îranê ji bo gelê Lubnanê mizgînî ne yan ragihandineke xeternak ji bo avêtina Lubnanê di şerên hundirîn û derve de ye? Hizbullah dizane ku bingeha aloziya sotemeniyê li Lubnanê ji ber qaçaxiyê ya bi zanebûn ji bo xizmeta rejîma Sûriyê ye. Di vê rewşê de divê qaçaxî bê rawestandin.

Hizbullah her wiha dizane ku keştiyên piştgiriyê yên Îranê dê bi xwe re xetereyê ji bo gelê Lubnanê û cezayên din bîne. Ji ber ku ketina keştiyên Îranê ji xaka Lubnanê re binpêkirina serweriya me ye, em dîtina Lubnanê wek parêzgeheke Îranê, red dikin. Li ser asta nîştimanî û siyasî em ê projeyên xistina Lubnanê di şerên li dijî Ereban û cîhanê de, qebûl nekin.”

‘SEROKÊ TUNISÊ: DI ROJÊN PÊŞ DE DÊ HIKUMETEKE NÛ BÊ AVAKIRIN’

Rojnameya El-Beyan jî behsa rewşa Tunisê kir û got: “Serokê Tunisê Qeys Seîd şeva din ragihand ku dê di rojên pêş de koma hikumetê bê ragihandin.

Qeys Seîd Îxwanên Tunisê wiha bi nav kirin: “Hinek kesên ku dixwazin dewletê û gel talan bikin. Di siberojê de tu cihê wan nîn e.”

Seîd her wiha henekê xwe bi daxwazên Îxwanan ên danîna nexşerêyekê ji bo tedbîrên serokatiya Tunisê kir û got: “Yên nexşerêyan dixwazin bila pirtûkên erdnîgariyê bixwînin.”

Her wiha teqez kir ku rêya ku hilbijartiye ji aliyê gel ve hatiye xêzkirin û diyar kir ku Îxwan di golên gemar de dijîn û biryarên ku dane, ji bangewaziyên gelê Tunisê re dibin bersiv.”

(cx)