Rêxistinên Civaka Sivîl li Tebqayê welatiyên Sûriyê ji çûyîna Tirkiyê hişyar kir

Hevserokê Rêxistinên Civaka Sivîl li Tebqayê tevahiya gelê Sûriyê ji çûyîna Tirkiyê hişyar kir û got, “Da ku nebin qurbanên timayên dewleta Tirk.”

Rêxistinên Civaka Sivîl li Tebqayê welatiyên Sûriyê ji çûyîna Tirkiyê hişyar kir
20 tebax, 2021   06:58
TEBQA

Hevserokê Rêxistinên Civaka Sivîl li Tebqayê Setam Selame ji ajansa me re axivî û got: "Ji destpêka aloziya Sûriyê ve di 2011`an de dewleta  Tirk rewşa Sûriyê ji bo siyaset û timayên xwe li welatên cîran bi kar tîne. ji lew re, penaberên sûrî pêşwazî kir û wan li kampên li ser sînor bi cih kir û îdia kir ku bi piştgiriyê dide gelê Sûriyê.”

Selame diyar kir ku di rastiyê de dewleta Tirk bi vê siyasetê rewşa Sûriyê bi kar tîne û dike xizmeta berjewendiyên xwe yên berfirehkirina herêmên di bin dagirkeriya xwe de û vegerandina timayên Osmaniyan.

Setam Selame bal kişand bikaranîna penaberên sûrî ji aliyê dewleta Tirk ve ji bo qezenckirina pereyan û got: "Penaberan wekî karteke zextê ya li NY`yî bi kar tîne da ku alîkarî û piştgiriyeke madî qezenc bike, gefan li dewletên Yekitiya Ewrupa bixwe ku wê sînor li pêşiya koçberên veke û bi wê yekê hewl dide rewşa xwe ya aboriya xwe ya hilweşiyayî li ser hesabê penaberên Sûriyê, baş bike."

Selame her wiha îşaret bi biçekkirina welatiyên Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk ve û wiha axaftina xwe dewam kir: “Hin ji wan kirin çete da ku êrişan li dijî welatên cîran pêk bînin, hinek jî jib o xizmeta berjewendî û ajandeyên xwe şandin Lîbya û Ermenistanê.”

Selame wiha nirxandina xwe dewam kir: “Penaberên sûrî yên ku siyaset û fikira dewleta Tirk red bikin û qebûl nekin ku xizmeta berjewendiyên wê bikin, dê rastî gelek êriş û astengiyan werin. Dê hin komên Tirk bi ser wan ve bişîne, mîna destdirêjiyên di çend rojên derbasbûyî de li paytexta Enqereyê li dijî penaberên sûrî pêk anîbûn."

Setam Selame di dawiyê de gelê sûrî hişyar kir û got a baş ew e ku neçin Tirkiyê da ku nebin qurbanên timayên dewleta Tirk.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ljbvbxjqKrc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>