​​​​​​​Di êrişa duh li dijî erebeyekê de sivîlek birîndar bû

Di êrişa duh li nêzî rêya Elî Fero ya di navbera Qamişlo û Amûdê de, li dijî erebeyekê êriş pêk hatibû. Di êrişê de sivîlek birîndar bû.

​​​​​​​Di êrişa duh li dijî erebeyekê de sivîlek birîndar bû
20 tebax, 2021   05:58
QAMIŞLO

Duh li nêzî rêya Elî Fero ya di navbera bajarê Qamişlo û navçeya Amûdê de, li dijî erebeyekê êriş pêk hat. Xwediyê erebeyê Artîn Şelo (27) di êrişê de ji serî û destê xwe yê çepê ve birîndar bû.

Şelo ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyeke bajarê Qamişlo.

Artîn Şelo ku ji ajansa me re axivî, daxuyand ku dema ew diçû bajarê Hesekê di rê de rastî êrişê hat û got, “Ez nizanim çawa êriş pêk hat. Dema min çavên xwe vekirin, ez li nexweşxaneyê bûm.”

Heta niha aliyên peywendîdar der barê êrişê de tu daxuyanî nedane.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_N_jCnwVl4s" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>