​​​​​​​Meclisa Leşkerî ya Til Temirê: Di êrişa hewayî de 4 şervanên me şehîd bûn

Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ragihand ku di bomebebrana dewleta Tirk a dagirker a li ser navenda meclisê 4 şervanên wan şehîd bûn û birîndar hene.

​​​​​​​Meclisa Leşkerî ya Til Temirê: Di êrişa hewayî de 4 şervanên me şehîd bûn
19 tebax, 2021   19:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Leşkerî ya Til Temirê têkildarî êrişa hawayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser navenda meclisê daxuyanî da û got, di êrişê de 4 şervanên meclisê şehîd bûn. Mecilsê got: "Li hember her cure êrîşan di çarçoveya parastina rewa de bêdeng nemînin. "

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, ew hefteyeke li hember hêzên me ku di rewşa agirbestê de ne û li hember gelê me êrişên xwe bênavber didin berdewam kirin. Til Temir û gundewarê wê bênavber hatin topbarankirin. Bajarokê Zirgan ê girêdayî Til Temirê û gundên wê, gundê Dirdara û mezrayên wê Qibur, El -Qeracina, Miselta, Şêxelî bênavber hatin topbarankirin.

Roja 17'ê Tebaxê, gundê Tewîla ku dikeve rojavayê Til Temirê û rêka M4 a navdewletî hatin topbarankirin. Di encama vê topbaranê de yek jê zarok 2 welatî (jina bi navê Nede Dexam Mesîx û zaroka wê) jiyana xwe ji dest dan û bi piraniya wan zarok û jin 16 welatî jî brîndar bûn.

Îro (19'ê Tebaxê 2021) di seet 18:00 an de, li hember navendek me ya Meclisa Leşkerî ya  Til Temirê, ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve êrişek hewayî hat lidarxistin. Di vê êrişê de 4 hevalên me şehîd bûn, her wiha brîndarên me jî hene. Em di derheqê rêhevalên xwe yên şehîd de piştre daxuyanî bidin. Her wiha di vê êrişê de gelek malên welatiyan jî zirar dîtin.

Em wekî Meclisa Leşkerî ya Til Temirê, li hember her cure êrîşan di çarçoveya parastina rewa de bêdeng nemînin. "

ANHA