Di pêngava ewlekariyê ya li herêma Cizîrê de gelek sûcdar hatin girtin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku hêzên wan li ser banga welatiyan pêngaveke ewlekariyê li herêma Cizîrê li dar xistin û di encamê de gelek sûcar û kesên derveyî ku qanûnê kar dikirin girtin.

Di pêngava ewlekariyê ya li herêma Cizîrê de gelek sûcdar hatin girtin
19 tebax, 2021   19:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ev hate gotin: "Li ser daxwaz û giliyên welatiyan ku ji navendên me yên ewlehiyê re hatine şandin û ji bo ku em erka xwe bi temamî pêk bînin, hêzên me di 17 û 18`ê Tebaxê pêngaveke berfireh a ewlehiyê li gelek bajar û bajarokên herêma Cizîrê (Til Koçber, Dêrik, Tirbespiyê û Çilaxa) pêk anîn.

Di pêngavê de hejmareke mezin ji sûcdar, kesên ji derveyî qanûnê tev digerin, kesên ku şêniyên gelê me dixapandin û mal û milkên wan desteser kirin da ku ewlehiyê têk bibin, hatin girtin. Ev kes dê li gorî qanûnan werin muhsabekirin da ku kiryarên ku zirarê digihîne civakên me bi dawî bibe. 

Di dawiyê de jî em soz didin gelê xwe ku em ê parastina wan bikin û parastina ewlehî û aştiya hemû herêmên  xwe bikin, di heman demê de civakên xwe ber bi ewlehiyê ve bibin û  azadî û mafên wan ên ku em hewldana pêkanîna wan dikin, misoger bikin."

(eh)

ANHA