Ji dagirkeran re çeng vekirina PDK'ê!

Ji dagirkeran re çeng vekirina PDK'ê!
20 tebax, 2021   00:19

Rûstem Başûr

Weke ku tê zanîn, em di pêvajoyeke pir girîng û hesas re derbas dibin. Beriya her tiştî pêwîste em wekî civaka Kurd, pêvajoya heyî baş analîz bikin, bi heman awayî derxin zanebûnê. Ji ber ku qeyran û kaosa di asta gerdûnî de heye destnîşan dike ku modernîteya kapîtalîst ya mîna levîathanekî li ser rûyê erdê bawer dike û dixwaze bi asîmîlasiyonê civaka me ji xwezaya wê dûr bixe. Lewma hewl tê dayîn ku her kî/ê ji Kurdatiyê bawer dike, deriyên xwe ji azadiyê û demokratiyê re vekiriye, ji holê rabikin.

Rêber APO, 22 sal e li hemberî sîstema kapîtalîzmê tekoşînekî bêhempa dimeşîne. Ya rast li dijî vê pergala kapîtalîzmê têkoşîneke zêdeyî 50 salî ye dimeşîne. Lewma hem hêzên serdest û hem jî dewleta Tirk a mîjokê wan, rê nade ku hevdîtin bi Rêber Apo re pêk were. Ji ber ku dizanin ger hevdîtin çêbibe, li Rojhilata Navîn û bi giştî li Kurdistanê ji bo çareseriya netewa demokratîk bandora Rêber Apo wê hîn bi leztir bibe bersiv. Lewma hizrên Rêber Apo li pêşiya berjewendiyên xwe asteg dibînin û nahêlin hevdîtin pêk were. Ji xwe di dema borî de Rêber APO gotibû: "dewlet rê nade yek gotinên min derkeve derveyê giravê." Yanî merov dikare texmîn bike ku şerê herî dijwar li girava İmraliyê tê meşandin.

Dewleta Tirk a dagirker bi tecrîd û êrîşa li dijî Rêber Apo re, gelek êrîşên din ên leşkerî dane destpêkirin. Her roj êrîşê gele Kurd û xwezaya wê dike. Lê dîsa jî bi van êrîşan, nikare li hemberî gelê Kurd û Tevgera wê ya Azadiyê serbikeve. Dema ku nikare bi serkeve weke wehşên har û hov êrîş dike. Bi van êrîşên xwe yên hovber dixwaze li Kurdistanê carek din siyaseta qirkirinê bi her şêwazî zindî bike. Ji bo vê jî pêwistiya xwe bi hin hêzên hegemon yên wekî Elmanya, Rûsya dibîne ku xwe li ser piyan bigire. Dixwaze ji bo tinekirina gelê Kurd bibe xwedî mîsyoneke sereke. Jixwe li Bakurê Kurdistanê, dixwazin di şexsê parlementerên HDP'ê de vîna gelê Bakur bişkînin. Ya rast hate dîtin ku bi qetilkirina jina Kurd a welatparêz Denîz Poyraz re xwest gelê Bakur bi qirkirineke netewî re derbas bike. Çawa di sala 1915'an de gelê Ermenî ji nav pencên qirkirinê re hate derbaskirin, îro jî li Kurdistanê bi heman awayî dixwaze zemîna qirkirineke wiha bide ava kirin. Lê rastiyekî ebedî ye ku gelê Kurd li beramberî faşîzmê xwedî helwest e û qebûl nake ku ti kes li ser mîrateya wî bi cîh bibe. Lewma tê dîtin ku faşîzma AKP'e û MHP'ê armanc kirine ku sedsala 21'an li Kurdan tarî bikin.

Ji bo wê sedemêye ku êrîşên xwe zêde kirine. Lê di bingeh de hesabê Erdogan û dewleta Tirk ew e ku li Rojhilata Navîn xeyalên Osmaniyan ji nû ve bide dîzayn bikin. Wiha xeyal dikin ku vê xwesteka xwe mîna di sedsala 20'mîn de wê bi qirkirina gelan re pêk bînin. Îro ya ku li Kurdistanê dikin jî ev e. Lê li gorî rastiya heyî, ne gelê Kurd û ne jî gelên din yên herêmê wekî berê ne ku stuyê xwe li ber dagirkeriya faşîst xwar bikin. Êdî rûpoşa rûyê kesên ku îro Tirkiyê birêve dibin ketiye xwarê, her tiştên wan eşkere bûye û di asta navnetewî de kepaze bûne. Siyaseta ku didin meşandin jî êdî baweriya gelê cîhanê pê nemaye.

Êdî dewleta Tirk hatiye li ber asta têşikandinê. Lewma ewqas êrîşê parastinên qadên medya û Başûrê Kurdistanê dike. Bi taybet ji bo li hember Tevgera Azadiyê xwe li ser piyan bigire, bi desteka hêzên noker ên mîna PDK'ê ve dixwaze Başûrê Kurdistan carek din dagir bike. Lewma rojane êrîşên xwe li ser herêmê zêde dike û bi destê nokeran dixwaze armanca xwe bi ser bixe. Ger mirov bi rengekî rast li dîrokê binêre îxaneta ku bi Enkîdoyan destpêdike, heya roja me ya îro di şexsê Barzaniyan de didome dikare bi hêsanî bibine. Mirov dikare bi rihetî bêje ku serkêşiya vê xiyaneta dîrokî PDK'e dikişîne. Ji ber ku tê dîtin Barzanî bi hemû hêzên xwe yên şerê taybet ve li dijî destkeftiyên gele Kurd bi Tirkiyê re di nava her cure hevkariyê de ye. Bi vê yekê re jî namîne; heta ew gelê me yê ku ji ber şerê li Sûriyê koçberî Başûrê Kurdistanê bûne û ciwanên Kurd, li beramberî Tevgera Azadiyê perwerde dike da ku pê bide şerkirin. Bi demê re hate dîtin ku di bin navê Pêşmergeyên Roj de û di bin siya PDK'ê de, li herêmen ku hezên gerîla lê hene xwe bi cîh dikin û bi awayekî bêbext û veşartî şer dikin. Mîna xiyaneta salên 1992`an û heya 1997'an dixwaze heman awayê xwe têxe bin çengê dewleta dagirker. Ya din jî, jixwe armanca Barzanî ew e ku li Başûrê Kurdistanê nakokiyekî bixe di nava gelê Kurd û gelen herêmê de. Lê belê êdî gelê herêmê vê xiyaneta wan û dîktatoriya Barzaniyan qebûl neke, heta li dijî wê di kêysa yekem de wê rûxîne erdê. Lewra êdî eşkereye ku ti helwestên wan li hemberî dagirkerên axa Kurdistanê nemaye. Tam berovajî wê, xwe radestî neyarê gelê Kurd kirine. Êdî ji bo destkeftî û berjewendiyên gelê Kurd bûne xeteriyeke herî metirsîdar.

Ya girîn ew e ku di demeke wiha de, pêwîst e hemû gelê Kurd û dostên wê li hemberî van êrîşên dagirkeran û yên PDK'ê bi helwest û ruhekî netewî bisekinin. Lazim e her kes vê xeteriyê li ser xwe bibîne û li gorî wê helwesta xwe raber bike.