'Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê berpirsên êrişa li ser nexweşxaneyê ye'

Xebatkarên tenduristiyê yên Reqa û Helebê bertek nîşanî êrişa dewleta Tirk a li ser nexweşaneyeke li Şengalê da û got, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê berpirsên êrişa li ser nexweşxaneyê ye.

'Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê berpirsên êrişa li ser nexweşxaneyê ye'
19 tebax, 2021   15:44
REQA

Bertekên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde din.

Xebatkarên tenduristiyê yên Reqayê bi daxuyaniyekê êriş şermezar kirin. Koordînatora kilîkan a Reqayê Beraa El-Reca daxuyanî xwend. 

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Q3VYzLyjkVA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk ên "li dijî jin û zarok û kêmneteweyan û hedefkirina nexweşxane û navendên tenduristiyê" hatin şermzarkirin û hate gotin ku ev êriş qanûnên navneteweyî bin pê dikin.

Di daxuyaniyê de bêdengiya civata navneteweyî û rêxistênin tenduristiyê yên cîhanî li hemberî van êrişan hatin şermezarkirin û hate gotin ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê bi bêdengiya xwe berpirsa êrişên dewleta Tirk ên li ser nexweşxaneyan e.

Di dawiyê de bang li hêzên mezin mîna Rûsya û Amerîkayê hate kirin ku sûcên dewleta Tirk rawestînin û sûcên şer di serî de Erdogan radestî dadgeha navneteweyî bikin.

HELEB

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ljpfri8Co2M" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi dehan endamên Meclisa Tenduristiyê ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê daxuyaniyek li pêşiya nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecer a beşê rojavayê taxa Şêxmeqûsdê da. Di kombûnê de wêneyên şehîdên komkujiya li ser Şengalê hatin vekirin.

Hevseroka Meclisa Tenduristiyê Leyla Hesen daxuyanî xwend û got: "Em xebatên tenduristiyê êrişa bi balafireke bê mirov  a dewleta Tirk a li ser nexweşxaneya Sekiniyê ya Şengalê şeremzar dikin ku di encamê de şehîd bû û birîndar çêbûn. Heya niha birîndar û şehîd ji bin ingazan nehatin derxistin.

Em dizanin ku armanca nexweşxaneya tenê mirovî ye. Em bang li dewletên têkildar dikin ku destwerdanên bikin û dijminahiya Tirkiyê ya ku rehmê nas nake, rawestîne."

Daxuyanî bi diruşmeyên silavkirina berxwedana Şengalê û dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû

ANHA