Bi sedan şêniyan çalakiyek li pêşiya baregeha Rûsya ya li Til Temirê li dar xist

Bi sedan şêniyên navçeyên Til Temir, Zirgan û Dirbêsiyê li pêşiya baregeha leşkerî ya Rûsyayê ya li bakurê Til Temirê xwepêşandanek li dar xist û bêdengiya hêzên Rûsyayê têkildarî êrişên dagirkeriyê şermezar kirin.

Bi sedan şêniyan çalakiyek li pêşiya baregeha Rûsya ya li Til Temirê li dar xist
Bi sedan şêniyan çalakiyek li pêşiya baregeha Rûsya ya li Til Temirê li dar xist
Bi sedan şêniyan çalakiyek li pêşiya baregeha Rûsya ya li Til Temirê li dar xist
Bi sedan şêniyan çalakiyek li pêşiya baregeha Rûsya ya li Til Temirê li dar xist
Bi sedan şêniyan çalakiyek li pêşiya baregeha Rûsya ya li Til Temirê li dar xist
Bi sedan şêniyan çalakiyek li pêşiya baregeha Rûsya ya li Til Temirê li dar xist
Bi sedan şêniyan çalakiyek li pêşiya baregeha Rûsya ya li Til Temirê li dar xist
19 tebax, 2021   16:06
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên navçeyên Til Temir, Zirgan û Dirbêsiyê xwepêşandanek li pêşiya baregeha leşkerî ya rûsî ya li gundê Til Ehmer ê bakurê Til Temirê li dar xist, tê de bang Rûsya "Garantor" kir ku komkujiyên dagirkeriya Tirk ên li dijî şêniyên herêmê rawestîne.

Ev xwepêşandan piştî êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî navçeya Zirganê zêde bûn li dar ket ku di encamê de gelek şehîd û birîndar çêbûn.

Xwepêşandêran bêdengiya hêzên Rûsyayê li hember êrişên dagirkeriyê yên bênavber red kir.

Girêdayî wê, komîteyek ji rûspiyên her sê navçeyan derbasî baregeha Rûsyayî bû û bi fermandarê hêzên Rûsyayê yên li herêmê re civiya. Paşê  belgeyên sûcên dagirkeriyê li dijî şêniyên herêmê û peyama xwepêşandêran radest kirin.

Têkildarî naveroka peyamê yek ji xwepêşandêrên ku bi fermandariya Rûsyayê re civiya Salih Mistefa ji ajansa me re wiha got: "Di peyamê de hate gotin ku hêzên Rûsyayê garantorê agirbestê ne, lê rola xwe pêk naynin, hebûna wan hebûneke temaşeker e ku di hedefgirtina herêmên me de piştgiriyê dide dagirkeriyê."

Mistefa da zanîn ku wan hêrs û nerazîbûna şêniyan a li hember bêdengiya Rûsyayê ya li ser sûcên dagirkeriyê ji fermandariya Rûsyayê re parve kir û wiha domand: "Divê Rûsya rola xwe wekî hêzên garantorê rawestandina êrişan bi cih bîne."

Mistefa wiha dawî li gotina xwe anî: "Me bi rêya peyamê ji hêzên Rûsyayê xwest ku têkildarî van êrişên bênavber ên li dijî herêmên me armancan zelal bikin."

Piştî civîna bi hêzên Rûsyayê re li Til Temirê bi dawî bû, şênî tevî hêzên Rûsyayê berê xwe da navçeya Zirganê.

(fr)

ANHA