Rêxistinên Civaka Sivîl ên Reqayê banga xwedîderektina li Şengalê kir

Rêxistinên Civaka Sivîl ên Reqayê bi daxuyaniyê sûcên dewleta Tirk ên li dijî civaka êzidî ya Şengalê û bêdengiya li hemerî van şermezar kirin û banga xwedîderketina li Şengalê kir.

Rêxistinên Civaka Sivîl ên Reqayê banga xwedîderektina li Şengalê kir
19 tebax, 2021   15:36
REQA

Têkildarî sûc û êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Şengalê Rêxistinên Civaka Sivîl ên Reqayê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji hêla Hevserokê Rêxistinên Civaka Sivîl Îbrahîm El-Ugle ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Gelê Şengalê ne bi tenê ye, tevahî gelên bindest li pişta wî ne. Dagirkeriya Tirk ne dijmin aliyekî tenê ye, lê belê dijmin tevahî gelên bindest e ku li azadî û demokratiya xwe digerin.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk hatin şermzarkirin û hate gotin: "Dagirkeriya Tirk ne tenê sûc û êrişên li dijî Şengalê pêk tîne, li Zirgan, Til Temir û Efrînê jî pêk tîne. Divê gel yekitiya xwe xurt bikin û li dijî sûcên dagirkeriya Tirk a faşîst û qirkirinên ku li dijî kêmneteweyan pêk tîne besekinin û xwedî li Şengalê derkeve. Lê ev siyaseta AKP’ê ya bi serkêşiya Erdogan lawaztiyek e.

Di berdewama daxuyaniyê de bang li hikumeta Iraqê hate kirin: "Soza xwe ya parastina gelê Şengalê bi cih bîne û li hember sûcên dagirkeriya Tirk bisekine. Ji ber hikumeta Iraqê ya ku îro dev ji Şengalê berdaye dê sibe jî dev ji Bexdayê berde."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Em têkoşîna gelê Şengalê yê ku di hovîtirîn sûcan re derbas bûye û rastî zêdetirî 73 fermandan hatiye ku vê dawiyê jî bi destê rêxistina DAIŞ’ê ya teror a bi desteka dagirkeriya Tirk û hikumeta Iraqê hatiye, pîroz dikin. Ji lew re divê civaka navneteweyî piştevaniya Şengalê bike."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/IFxED5k3BsA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>