Rêveberiya Xweser: Divê dosyaya alîkariyên mirovî neyê polîtîzekirin

Nivîsgeha Karûbarên Mirovî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li NY’yê û rêxistinên wê yên li Sûriyê dixebitin kir ku li gorî rêgezên NY’yê bixebitin û dosyaya alîkariyên mirovî polîtîze nekin.

Rêveberiya Xweser: Divê dosyaya alîkariyên mirovî neyê polîtîzekirin
19 tebax, 2021   14:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Karûbarên Mirovî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê xebatên rêxistinên mirovî yên NY'yê yên li Sûriyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de xebatên rêxistinên NY’yê yên li Sûriyê dixebitin hatin rexnekirin û hate destnîşankirin ku ji rêxistinên NY’yê tê xwestin ku li gorî rêgezên NY’yê bixebitin û bi baldarî bandorên li hember mafên mirovan û parastinê bişopînin, nexasim di diyarkirina cih û pêşkêşkirina alîkariyan de.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Digel berdewama rewşên dijwar ên debarê û aborî li Sûriyê, ku pê re azarên mirovî rojane zêde dibin, di siyaseta NY’yê û wekaletên wê yên li Sûriyê dixebitin de gendelî bi awayekî xeternak heye. Ev yek jî li beramber belavkirina alîkariyan li herêmên Sûriyê yên zirar dîtine re, astengiyan çêdikin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek caran bang li NY’yê û civata navneteweyî kir ku divê dergehê Til Koçer ê bi ser sînorê Iraqê ve were vekirin, da ku alîkariyên mirovî bi hêsanî were derbaskirin, ji ber ku ew dergeh deriyê jiyanê ji nêzî 5 milyon mirovên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelek kampên ku tê de bi hezaran jin, zarok û mezin hene.

Ajansên NY’yê yên li Sûriyê bi rêya her du nivîsgehên xwe yên fermî yên li Şamê û Qamişlo li gorî berjewendiyên hikumeta Şamê tev digerin, ji kê re alîkariyan pêşkêş bikin li gorî wan e. ajansên NY’yê dosyaya alîkariyên mirovî keysbaz dikin û li gorî armancên xwe yên siyasî û qezencê bi kar tînin.

Ji ajansên NY’yê tê xwestin ku li gorî rêgezên NY’yê bixebitin û bi baldarî bandorên li dijî mafên mirovan û parastinê bişopînin, nexasim di diyarkirina cih û pêşkêşkirina alîkariyan de. Lê di rastiyê de, ev ajans li gorî rêgezên NY'yê tevnagerin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li NY’yê û ajansên wê yên li Sûriyê dixebitin de dike ku pabendî rêgezên NY'yê bin, dosyaya alîkariyên mirovî polîtîze nekin, di gihandina alîkariyan de zelal bin, ji cih û herêmên zirar dîtine re alîkariyan bişînin û bi aliyên mirovî yên pêwendîdar ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hevkar bin."

(fr)

ANHA