Bertekên li dijî êrişên dagirkeriya Tirk zêde dibin

Rêxistinên hiqûqî, jin û ên sivîl êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengal û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û bang li hikumetên Bexda û Şamê kirin ku serdestiya welatên xwe biparêzin.

Bertekên li dijî êrişên dagirkeriya Tirk zêde dibin
Bertekên li dijî êrişên dagirkeriya Tirk zêde dibin
Bertekên li dijî êrişên dagirkeriya Tirk zêde dibin
Bertekên li dijî êrişên dagirkeriya Tirk zêde dibin
Bertekên li dijî êrişên dagirkeriya Tirk zêde dibin
19 tebax, 2021   13:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê  Kongreya Star, Yekitiya Parêzeran a Herêma Efrînê, Meclisa Kantona Girê Spî, nivîsgehên Kombûna Jinên Zenûbiya yên Reqa û Tebqayê daxuyanî dan.

Bi dehan endamên Kongreya Star, jinên di saziyên herêmî yên Şehbayê de dixebitin, li navçeya Ehdasê kom bûn. Zelûx Şêxo bi zimanê erebî û Ronahî Şêxo bi zimanê kurdî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniya de êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeriyê re hatin şermezarkirin. Het gotin ku PDK'ê "Siyaseteke qirêj" bi armanca şikandina vîna gelê Kurd dimeşîne.

Her wiha bang li jinan hate kirin ku li hemberî êrişên dewleta Tirk û siyasetên PDK'ê têkoşînê xurt bikin û bang li hiqûqa mafên mirovan hate kirin ku li hemberî binpêkirinan berpirsyartiyên xwe bi cih bînin.

TIRKIYÊ DI BINPÊKIRINÊN QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ DE BERDEWAM E

Bi heman armancê bi dehan parêzerên herêma Efrînê li pêşiya navenda xwe ya li gundê Til Sosîn ê navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê hatin ba hev. Endamê Yekitiya Parêzerên Efrînê Lazgîn Kor daxuyanî xwened.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi destwerdanên xwe li serweriya welatên din qanûnên navneteweyî bin pê dike û ji bêdengiya navneteweyî sûdê digire da ku projeyên xwe yên osmanî li herêmê pêk bîne.

Parêzeran destnîşankirin ku êrişa li ser pêkhateyê êzidî yê Şengalê binpêkirina serdestiya dewleta Iraqê û bang li civaka navneteweyî hate kirin ku xwedî li qanûn û biryarên xwe derkevin, zextê li dewleta Tirk bikin da ku ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derkeve û destwerdanên xwe li dewletên din bi dawî bike. Her wiha bang li hikumetên Şam û Bexdayê kirin ku erka xwe li hemberî serdestiya xaka xwe bi cih bîninin û rê li ber destwerdanên derve bigirin.

' RÛYSA Û HIKUMETA ŞAMÊ BERPRISÊN ÊRIŞÊN TIRKIYÊ NE'

Meclisa Kantona Girê Spî jî daxuyanî da. Daxuyanî bi beşdarbûna bi dehan endaman ji aliyê cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Mihemed Hezai ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navçeya Zirganê û Şengalê hatin şeremzarkirin û hate gotin ku dewleta Tirk di sûcên xwe yên li dijî sivîlên li herêmên ewle de berdewam e.

Di daxuyaniyê de nerazîbûn nîşanî bêdengiya Rûsya "Garantor" û hikumeta Şamê ya li hemberî êrişan hate dayîn û bang li civaka navneteweyî hate kirin ku erka xwe bi cih bînin û êrişên dewleta Tirk  a dagirker ên li dijî sivîlan bi dawî bikin.

Her wiha bang li şêniyên herêmê hate kirin ku li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk piştgiriyê bidin QSD'ê.

'EM Ê JI BO ŞENGALÊ BIXEBITIN'

Endamên Nivîsgeha Kombûna Jinên Zenûbiya ya Reqa û gundewarên wê daxuyanî daxuyaniyek li ber navenda xwe dan. Endama rêveber a kombûnê Îtîmad Ehmed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û bang li civaka navneteweyî hate kirin ku çavê xwe li êrişên Tirkiyê negirin.

Kombûnê piştgiriya xwe ji xelkê Şengalê re nîşan da û wiha domand: "Em ji gelê Şengalê û hemû gelên ku rastî êrişên dewleta Tirk a dagirker tên re dibêjin sebir bikin, wê rojek were û bi îradeya we serkeftin pêk were û rastî eşkere bike. Me hemûyan bi îradeya xwe ya bi hêz û sebira xwe herêmên xwe rizgar kirin.

Em soz didin Şengalê ku em ê bi deng û pênûsa xwe xîtabî tevahî aliyên têkildarî dikin da ku zilm û pişaftin li her derê bi dawî bibe."

Kombûna Jinên Zenûbiya ya Tebqayê bi daxuyaniyekê êrişên li ser Şengal, Zirgan, Minbic û Efrînê şeremzar kirin. Endama rêveber a nivîsgeha têkiliyan a kombûnê Nesrîn El-Ubeyd daxuyanî xwend.

ANHA