'Divê rewşenbîr ji bo naskirina Rêveberiya Xweser bi roleke çalak rabin'

Berdevka fermî ya Rêxistina Êzidiyan Evîn Şêxmûs bang li rewşenbîran kir ku ji bo naskirina Rêveberiya Xweser bi roleke çalaktir rabin û Rêveberiya Xweser bi cîhanê bidin naskirin.

'Divê rewşenbîr ji bo naskirina Rêveberiya Xweser bi roleke çalak rabin'
19 tebax, 2021   12:55
QAMIŞLO

Vê sibehê bi navê “Rewşenbîr û asoyên çareseriya siyasî li Sûriyê” komxebata ku Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) organîze kiribû, li Hola Zana ya Qamişloyê didome.

Di beşa yekemîn a panelê de rewşa siyasî ya Sûriyê hat nirxandin. Tê de seroka Meclisa Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed axivî û bal kişand ser hewldanên Rêveberiya Xweser bi hêzên navneteweyî re ji bonaskirina rêveberiyê.

Di beşa duyemîn de ya girêdayî rola rewşenbîran di dîtina zemîneke guncaw de ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê, berdevka Rêxistina Êzidiyan Evîn Şêxmûs axivî û got: “Di civakan de rola rewşenbîran gelekî girîng e. Rewşenbîr sûdê ji tecrubeyên xwe digirin û li welatê xwe pêk tînin da ku sûdê bidin. Divê wan tecrubeyan analîz bikin û ragihînin Rêveberiya Xweser. Divê kêmasiyên rêveberiyê raxin ber çavan û rast bikin. Divê rê ji rewşenbîran re were vekirin da ku vî karî bikin.” 

Evîn bang li rewşenbîran kir ku rola herî mezin a Rêveberiya Xweser e ku rê li pêşiya wan veke ji bo ku kêmasiyan derxin û rast bikin û wiha domand: “Divê rê li pêşiya rewşenbîran di tevahiya waran de were vekirin, ji bo ku bi azadî der barê kêmasiyan de binivîsin.”

Evîn nirxandina xwe wiha domand: “Ez di wê baweriyê de me ku şert û mercên heyî yên li Rojava, derfetê didin ku rewşenbîr rola xwe ya rexnegir bilîzin. Kêmasiyên partî û saziyan rast bikin. Ji ber wê divê Rêveberiya Xweser derfetê bide rewşenbîran ku bi vê rolê rabin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RkW_h6EsQKY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>