Şêniyên Reqa û Hesekê banga hesabxwestina ji dewleta Tirk kir

Meclisa Giştî ya Gundewarên Rojhilatê Reqayê û şêniyên gundewarên başûrê Hesekê li dijî êrişên dewleta Tirk û komkujiyên ku li herêmên dagirkirî pêk tîne, meş li dar xistin.

Şêniyên Reqa û Hesekê banga hesabxwestina ji dewleta Tirk kir
19 tebax, 2021   12:50
NAVENDA NÛÇEYANREQA

Şêniyên gundewarên rojhilatê Reqayê li bajarokê El-Keramê kom bûn û pankartên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li ser Şengalê û sûcên ku li herêmên dagirkirî pêk tîne, hildan.

Şênî ber bi meclisa giştî ya gundewarên rojhilat ve ya li navenda bajarokê El-Keramê ve çûn. Di meşê de dirûşmên banga ku dewleta Tirk ji xaka Sûriyê derkeve, hatin berzkirin.

Meş li pêşiya meclisa giştî veguherî mitîngê. Di mitîngê de daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê hevserokê şaredariya El-Keramê Feysel El-Beyrem ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Sûriyê û bêdengiya navneteweyî hate şermezarkirin û hate diyarkirin ku dewleta Tirk rêbazên hovane li dijî gel bi kar tîne û komkujiyan li dijî wan dike.  Her wiha hate destnîşankirin ku şêniyên Şengalê rastî qirkirinê tên.

Şêniyên di daxuyaniya xwe de piştrast kir ku ew ê ji bo parastina Sûriya azad, demokratîk û pirreng û ji bo parastina yekitiya xaka Sûriyê her tiştî bikin.

Di dawiyê de bang li rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku erka xwe pêk bînin û ji ber sûcên ku dewleta Tirk pêk tîne, hesab jê bixwazin.

ŞEDADÊ

Şêniyên gundewarên başûrê Hesekê jî li navçeya Şedadê daketin qadan û êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye şermezar kirin. Şêniyan piştrast kir ku ew ê  piştgiriya QSD'ê dikin.

 Xwepêşandanê ji Qada Azadiyê dest pê kir û li taxên navçeyê geriya, xwepêşandêran pankartên ku bêdengiya navneteweyî şermezar dikin û hevgirtina gelên herêmê piştrast dikin, hildan.

Di xwepêşandanê de endamê rêveberiyê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mihêdî El-Dexîm axivî û piştrast kir ku gelên herêmê êrişên dewleta Tirk li dijî Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriye şermezar dike. El-Dexîm anî ziman ku dewleta Tirk a faşîst dixwaze ewlehiya herêmê ya ku bi saya xwîna şehîdan hatiye bidestxistin, têk bibe.

Bi navê Kongreya Star Rehef El-Elî jî axivî û got: “Armanca sûc û topbaranên domdar ew e ku gelên li herêmê bitirsînin û siyaseta xwe ya mêtingeriyê pêk bînin."

Sekreterê giştî yê Partiya Geşdan û Guhartina Demokratîk a Nîştimanî Îbrahîm El-Xelîl jî destnîşan kir ku sûcên Erdogan binpêkirina hemû qanûnên navneteweyî ye.

Xwepêşandan bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

(bx-dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XBzDhkbsusE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/zacUM6ISXw4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>