Şêniyên Kobanê û Hesekê daketin qadan û êrişên li dijî Kurdan şermezar kirin

Îro bi hezaran şêniyên kantona Kobanê û Hesekê daketin qadan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Şengalê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şermezar kirin.

Şêniyên Kobanê û Hesekê daketin qadan û êrişên li dijî Kurdan şermezar kirin
19 tebax, 2021   12:09
KOBANÊ

Şêniyên Kobanê, nûnerên Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî li qada şehîd Egîd a Kobanê kom bûn û ber bi Qada Jina Azad ve meşiyan. Beşdaran berxwedana gerîla û şêniyên Şengalê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker silav kir.

Li qada Jina Azad meş rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de seroka Desteya Jinan a herêma Firatê Firyaz Berkel axivî û got: “Ji ber bêdengiya dewleta Iraqê û Mesûd Barzanî, şengalî bi komkujiyan re rû bi rû dimînin û zarok û sivîl tên hedefgirtin.”

Firyaz destnîşan kir ku divê Kurd bi hev re kar bikin û wiha domand: “Sala 2014`an DAIŞ`ê êrişî Şengalê kir, îro jî di heman dîrokê de dewleta Tirk êriş kir.”

Di dawiyê de Firyaz bang li civata navneteweyî û hikumeta Iraqê kir ku erkên xwe yên mirovî û exlaqî li hemberî êrişên li dijî Şengalê pêk tên, bînin cih.

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê herêma Firatê Ehmed Şêxo jî di mitîngê de axivî û destnîşan kir ku bêdengiya li hemberî hedefgirtina Şengalê, tiştek neexlaqî û dermirovî ye.

Şêxo wiha domand: “Êrişa li ser Şengalê, êrişa li ser Amed, Hewlêr û Mahabadê ye. Ji lew re divê em bêdeng nemînin, da ku dîrok careke din xwe dubare neke.”

Şêxo di dawiyê de got: “Mîna ku me di destpêka şoreşê de gotiye, tenê em dikarin xwe biparêzin."

HESEKÊ

Li Hesekê bi heman armancê, şênî li Çerxerêya Xiwêran a Hesekê kom bûn.

Beşdarên meş di nava kolana sereke ya bajêr de heta baregeha Koalîsyona Navneteweyî ve meşiyan. Li pêşiya baregehê gelek axaftin hatin kirin. Bi navê rêveberiya kantona Hesekê endama rêveber Zêneb Efrîn axivî û got: “Ji ber ku armanca dagirkeriyê tunekirina gelê me ye, gelê me serî hildan.”

Zêneb axaftina xwe wiha berdewam kir: “Îro hemû pêkhateyên herêmê dê li hemberî îxanetê jî bisekinin. Dîroka Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi xiyanetê û pêkanîna komkujiyan li dijî gelê me yê li Başûrê Kurdistanê dagirtî ye. Em ê hemû komployan têk bibin. Em ê têkoşînê mezin bikin û dê bi ser kevin. Vîna gelê Kurd nayê şikandin.”

Bi navê PYD`ê Remadan Fetah axivî û êrişên berberî yên li ser Şengal û navçeya Zirganê şermezar kirin. Fetah destnîşan kir ku dewleta Tirk xwedî dîrokeke dem dirêj a qirkirina gelan e û heta niha qirkirina civaka êzidî didomîne.

Beşdaran di dawiyê de berxwedana gerîla û şêniyên Şengalê silav kir.

 (şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3HleX4T9rkI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/gSzE7C-T9QE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>