Talîbanê jinek li pêş çavên zarokên wê qetil kir

CNN’ê çîroka jineke Efgan ku di meha borî de bi awayekî hovane ji aliyê endamên Talîbanê ve li pêş çavê keçên wê hatiye kuştin, weşand.

Talîbanê jinek li pêş çavên zarokên wê qetil kir
19 tebax, 2021   09:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Bûyerên li Efganistanê rû didin piştî ku Talîbanê desthilat bi dest xist, asta gefa li dijî jinên Efgan radixin ber çavan. Li gorî tora CNN jinek (45) li mala xwe ya li wîlayata Farbab a bakurê welêt di 12`ê Tîrmehê de li pêş çavên keçên wê hate kuştin.

Keça jina kuştî, destnîşan kir ku endamên Talîbanê 3 caran li deriyê malê daye û ji dayika wê xwestiye ku xwarinê amade bike heta ku 15 endamên din tên.

Li gorî tora amerîkî, dema dayik ji wan re dibêje ew xizan e û nikare xwarinê ji wan re çêke, hema bi çekên xwe lê didin heta ku jiyana xwe ji dest dide. Piştre bombeyeke destan diavêjin odeya kêlekê û malê dişewitînin.

Talîbanê ev bûyer derewand, lê şahidan û rayedarên herêmî ragihand ku ev bûyer rast e û piştrast kir ku jineke 45 salî di şewata li mala wê de hatiye kuştin.

(şx)